'Pêşnûmeya înfazê mîna vîrûsê tirsnake’

  • jin
  • 10:12 27 Adar 2020
  • |
img

WAN - Parazvana mafê jinan Zozan Ozgokçe, bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya desthilatdariyê da û got: “Ev pêşnûçe mîna vîrsê tirsnake.” Aktivîsta TJA’yê Gule Komî jî, pirsa gelo wê jin çawan bên parastin kir. 

Pêşnûmeya sererastkirina înfazê ya madeyên daxistina sûcên îstîsmarên zayendî tê de cih digirin pêşkîşî partiyên komên wan di Meclîsê de, hat kirin. Bertekên li dijî vê pêşnûmeyê dewam dikin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê Gule Komî, bertek nîşanî pêşnûmeyê da û diyar kir ku pêşnûmeya hatiye amadekirin bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ji Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a bi KHK’ê hat girtin Femînîst Aktîvîst Zozan Ozgokçe jî, da zanîn ku ev pêşnûme mîna vîrûsê tirsnake. 
 
WÊ JIN ÇAWAN BÊN PARASTIN?
 
Aktivîsta TJA’yê Gule Komî, anî ziman ku di sûcên li dijî jin û zarokan de têgîna ne cezakirinê hatiye  avakirin û wiha axivî: “Ev pêşnûme wê bibe sema zêdebûna tundî, tacîz, tecwîz û îstîsmarên jin û zarokan. Di tiryakê de jî wê kisikvan zêde bibin. Ev jî dê jiyana ciwanan, jinan û zarokan bixe rîskek mezin. Divê ev paket ji nû de bê sererast kirin û bandorê li girtiyên siyasî jî bike. Pêwîste ku ev paket bi awayekê wekhev û edalat bê amedekirin. Dema ku ev paket bê qebûlkirin, gelo jin wê çawan bên parastin. Qatil û tecawîzkar wê di kolanan de dest û milên xwe bihejîn in. Em vê qebûl nakin.” 
 
‘MÎNA VÎRÛSÊ TIRSNAKE’ 
 
Parazvana mafê mirovan Zozan Ozgokçe jî, diyar kir ku di girtîgehan de bi hezaran girtî hene û wiha got: “Tenê berdana girtiyên qatilên jinan û îstîsmarkarên zayendî ne li gorî nirxên mirovahiyê ye. Bergiriya ‘li malê bimîne” ya  li dijî vîrûsê hatiye girtin jî, wê tundiya zedetir bike. Di vê pêvajoyê de wê xizantî û tundiya nava malê zede bibin. Ev jî wê barê jinan girantir bike. Derketin vê paketê mîna belavbûna vîrûsê bi xetere û tirsnake. Beyî ku nêrînên rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl girtin, derxistina vê paketê, fersendkariye.”