Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!

  • jin
  • 09:17 19 Adar 2020
  • |
img

RIHA – Piraniya nifûsa navçeya Hewangê jin in, lê belê xebatkarên şaredariyê giş zilam in. 

Nifûsa navçeya Hewang a Rihayê 58 hezar û 560 e. Ji vê nifûsê 29 hezar û 142 jê jin in. Li şaredariya wê ku di destê AKP'ê de ye, 84 kes dixebitin, lê belê di nav van 84 xebatkaran de jinek jî tuneye. Endama HDP'î ya Şaredariya Hewangê Sema Aîşeoglû, niha rêveberiyeke ku jinê nahesibîne navçeyê bi rê ve dibe. 
 
'DESTKEFTIYÊN JINAN TUNE DIKIN' 
 
Aîşeoglû, anî ziman ku di hilbijartina 2014'an de gava Fatma Dogan û Zeynel Taş bûn hevşaredarên Hewangê, di wê demê de li navçeyê ji bo jinan gelek xebat hatibûn kirin û got, midûriyetên jinan awayekî çalak dixebitîn û di şaredariyê de 12 jin dixebitîn. Aîşeoglû, diyar kir ku lê piştî di 9'ê Çileya 2017'an de qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, qeyûm dest bi tunekirina destkeftiyên jinan kiriye û got: "Midûriyetên jinan hatin girtin. Niha bi feraseteke ku jinê nahesibînin destkeftiyên me tune dikin." 
 
84 XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ HENE, LÊ DI NAV WAN DE JINEK JÎ TUNEYE
 
Aîşeoglû, diyar kir ku piştî di hilbijartinê de Suphî Aksoy ê AKP'î bi ser ketiye, 84 xebatkar hatine girtin, lê belê di nav kesên hatine girtin jinek jî tuneye. Aîşeoglû, got: "Nifûsa Hewangê piranî jin in. Lê belê ji bo jinan projeyek û xebatek jî nayê kirin." 
 
Aîşeoglû, diyar kir ku wan ev yek di civîna meclîsê de jî bilêv kiriye û pêşniyar kirine ku li şaredariyê kampanyeyek bê destpêkirin û got: "Me xwest ji bo jinan hin proje bên çêkirin. Em ê dev ji vê mijarê bernedin. Ji bo xebatkarên jin di şaredariyê de bên îstihdamkirin me pêşniyazpirsek da ber meclîsê. Gotin em ê esas bigirin. Em di sala 2020'an de ne li şaredariyê 84 kes dixebitin. Di serdemeke wiha de jî jinê tune dihesibînin. Mixabin niha feraseteke wiha şaredariyê bi rê ve dibe. Em endamên HDP'î vê yekê qebûl nakin."