Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike

  • jin
  • 12:35 18 Adar 2020
  • |
img
AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê navberê  didin xebatên xwe û got: "Di vê pêvajoyê de em ne li gel hev bin jî em bi rih û piştevaniya xwe li gel hevdu ne û em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Bi ketina malê dê bêtir keda jinê ku nayê dîtin bê xwarin û binpêkirin. Vekişîna malê bêtir me dixe nava fikaran." 
 
Komeleya Jinê ya Rosayê ji ber vîrusa coronayê (Covid-19) navber da xebatê xwe. Komeleya Jinê ya Rosayê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan di civîna xwe ya di 16'ê Adarê de biryar dane ku ji ber Vîrusa Koronayê navberê bidin xebatên xwe. Komeleyê di daxuyaniyê de wiha got: "Em bi guman in ku di vê pêvajoyê de keda jinê hîn bêtir bê binaxkirin. Ji ber virûsa coronayê ya ku dibe sedema talûkeyek mezin divê tedbîr bên girtin. Lê tedbîrên ku li vî welatî tên girtin têr nake. Em bi guman in ku di vê pêvajoyê de keda jinê hîn bêtir bê binaxkirin. Ji bo vê yekê têkoşînek hevpar lazim e."
 
Komeleyê anî ziman ku ew dê xebatên xwe ji ser medyaya civakî dewam bikin û wiha lê zêde kir "Hêza piştevaniyê gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de em ne li gel hev bin jî em bi rih û piştevaniya xwe li gel hevdu ne û em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Em ê wekî Komeleya Jinê ya Rosa xebatên xwe ji ser medyaya civakî dewam bikin."
 
TEDBÎRÊN DIVÊ BÊN GIRTIN' 
 
* Divê saetên xebatê yên li fabrîqeyan saziyên cemawerî û taybet li gorî zarokên malê bê diyarkirin. Heta divê destûra bê heq bê diyarkirin. 
 
*Divê seyasetên hundir û derve bi lez bên rawestandin. Dive seyahet bên bi sînorkirin. 
 
* Divê şertê karantînaya 14 rojan ji bo her kesî bê nasîn. 
 
*Divê agahî zelal û bi rêk û pêk bi gel re bê parvekirin. 
 
* Divê li girtîgehan ewil girtiyên nexweş, zarok û kal bên berdan. 
 
* Divê ev dema zor û zahmet wekî halê seferberiyê bê îlankirin. Divê karê xizmetkarên tenduristiyê disa bidin wan. 
 
* Divê berî her tiştî xizmetkar û personelên tenduristiyê bên parastin û li gorî wê tedbîr bên girtin. 
 
* Jib o enfeksiyon li her derê belav nebe divê unîteyên taybet û nexweşxaneyên taybet bên amadekirin. 
 
* Divê bi rêya rêveberiyên herêmî malzemeyên paqijiyê li her derê bê pere bên belavkirin. 
 
* Piraniya civakê xizan e û nikare debara xwe bike. Divê alîkariya pêwist bi van re bê kirin. 
 
Di vê pêvajoya ku vekişîna malê pêk bê de em bi fikar in ku bêtir keda jinê bê xwarin. Jin herî zêde li malê ji aliyê xizmên xwe ve tê qetilkirin. Jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Ji ber li malê newekhevî heye dê jin bêtir xizmetê bike. Kare paqiji, xwarin dê têkeve ser milê jinê û keda jinê dê bêtir bê xwarin."