Her maskek çîroka jinekê ye

  • jin
  • 09:01 14 Adar 2020
img

AMED - Beyan Behramî (41) jineke ji bajarê Sînê yê Rojhilat e. Behramî hunermendeke ku ji qartonên hêkan, bi zelîqokê û arvanê garisan maskan çê dike. Bi boneya 8’ê Adarê û ji bo Newrozê, pêşengehek bi navê “Maskên Diaxivin” ya ku hestên jinan temsîl dike li Galeriyayê vekir. Behramî, got: “Di her maskekî de çîroka jinekî heye.”

Beyan Behramî di serî de li Başûrê Kurdistanê dema ku zanîngehê dixwîne dest bi çêkirina maskan ya ku bi qartonên hêkan, zelîqok û bi arvanê garisan tên çêkirin dike. Li Amedê li Bazargeha Galeriyayê bi boneya 8’ê Adarê pêra girêdayî ji bo Newrozê pêşangeh vekiriye. Pêşengeh di 9’ê Adarê de vebûye û dê heta 24'ê mehê berdewam bike. Pêşangeh ji hêleke ve afirandina jinê dide der û li hêla din jî bı maskeyên çêkiriye ku dayîkeke laçik spî, jineke nîvê rûyê wê girtîgeh, nîvê din jî azadiyê temsîl dike û ji maska ku devê jinekê bi bandê hatî girtin û yê maskeke din jî çavê wê bi bizmarekî hatî girtin rûyê jinê carinan wekî nîşaneya azadiyê, carinan wekî tofanên ekolojiyê, carinan xwezaya ku bi her cureyî reng vedide û carinan jî wekî qûtkirina dengê jinê nîşan dide.
 
‘MIN XWEST JINÊ TÊXIM ROJEVA XWE’
 
Behramî di salan 2005-2006’an de dest bi karê maskayan dike. Dema li Îranê mîhrîcanên şanoyan hatine çêkirin, ji bo wan şanoyan cilûberg dirûtin e û bi nêzî 20 maskeyan beşdarî mîhrîcanan bûye. Piştî vê yekê jî ew meraqa wê ya çêkirina maskan her çû ye zêdetir bûye. Dema ji bo Zanîngehê diçe Başûr li wir hem ji aliyekî ve li ser beşa turîzmê dişixulê hem jî çêkirina maskan her ku diçe pêştir dixe. 
 
Behramî dibêje: “Dema li başûr min mask çêdikirin ez ne di hişmendiyeke hebûnê jinê de bûm. Di salên 2005-2006’an de li Başûr maskên wehşan û yên zombîyan min çêdikirin. Lê pişt re ez ketim nav lêgerînekî û di encama vê yekê de fikrê min guherî, pêşket. Min xwest êdî li ser jinê bixebitim yanê êdî jinê ango hebûna xwe têxim nav xebatên xwe. Her wiha min dest bi çêkirina maskên jinan kir.”
 
‘NAVEROK JIN BIXWE YE’
 
Behramî, têkildarî naveroka pêşangeha xwe ya bi navê “Maskeyên Ku Diaxivin” de balê dikşîne ser hest, hêvî, êş û bi tevahî serkeftinên jinê jî û dibêje: “Hest, êvîn, azar, êş, aştî û her taybetmendiyeke jinê di naverokê de bi kar tînim.” 
 
Behramî vê pêşangeha xwe ya ku her maskek ji çîroka jinekî pêk tê wekî temsîlkirina hestên jinan jî bi  nav dike û dibêje: “Her maskek hestê jinekê temsil dike ji bo min. Ji xwe bi vê baweriyê û bi vê sedemê min amade kir.”
 
Behramî  ji bo 8’ê Adarê ku pêşengehê amade bike dest bi çêkirina maskan dike. Ji bo vê yekê jî bi şev û roj dişixule û tenê du saetan radikeve. Heta 2 mehan jî dikeve nav hewldaneke mezin, di  nava du mehan de bi kedeke mezin li ber xwe dide û maskên ku her yek çîrokeke jinekê temsîl dike xelas dike û di 9’ê Adarê de pêşengehê li Galeriyayê vedike.
 
‘HER MASKEK RASTİYEKE JINAN E’
 
Di pêşengeha “Maskên Diaxivin" de Beyan Behramî herî dawî dema ku şekl dide maskayan li cem naverokê girîngî dide rengê maskan û vê yekê jî wekî perçeyên ji çîrokaka jinan ya bivênevê şîrove dike dibêje: “Her rengek zêdetir ser hestê jinê ye. Mînak maska ku min bi rengê şîn de ruhekî dayîkî û ruhekî asîmanî heye. Min xwest bi wî ruhê asîmanî renge jinê bidim. Renge mor jî min xwest rihê jinê yê berxwedanê pêş bixim û bi rêzkirina nêrgizan sîmgeya Newrozê ya ji bo gelê kurd girîng e jî aniye cem hev. Rengê spî wekî ku em dizanin renge aştiyê ye û jin aştîxwaza herî li pêş e. Helbet ev mask rastiya jinan e û her yek çîrokek ji çîrokên jina ye. Gava em li civakê dinêrin jî ev rastî rastiyên ku jin jiyan e. Li pişt her maskeyekî çîroka jinekî heye. Min 40 sal emr kiriye ez jî vê yekê dijîm û perçeyek çîroka min e jî. Derde jinê, hestên wê, êşên wê û evînê jinên çi ne çawa ne û di nav fikrekî çawa de ye? Em jin tev vê dizanin û hîs dikin.”
 
‘DAYÎKÊN LAÇIK SPÎ’
 
Beyan Behramî têkildarî maska ku aliyekî wê bi xetê reş  û aliyê din bi xetê zer hatî xêzkirin de wê wekî berxwedêrên girtîhan bi nav dike û dibêje: “Berxwdana girtîgehan armanceke xwe heye û ku ew jî aliyê wê yê azadiyê ye. Herî zêde min xwest ku aliyê jinên berxwedêr û aliyê dayîkên laçik spîyan derxînim pêş.”
 
BEYAN BEHRAMÎ KÎ YE?
 
Behramî  (41) ji Rojhilatê  Kurdîstanê  bajarê Sînê ye û li wir dizewice û niha jî dayika 2 zarokan e. Behramî pêşî li Zanîngeha Tahranê beşa sêwirandin û modelîstiyê dixwîne û heta demekî sêwirandina cilên şanoyê li Îranê dike. Pişt re jî ji bo Zanîngehê derbasî Silêmaniyê dibe. Li Silêmanî beşa turîzmê li Zanîngeha Silêmaniyê dixwîne û mezun dibe. Piştî ku Zanîngehê xelas dike ew hevjînê xwe êdî li başûr dijîn û li wir dixebitin. Dema ku DAÎŞ êrîşî Hewlerê dike û rewşa aborî tevlîhev dibe Beyam Behramî û hevjînê wê Mehdî Ehmed Puriyan berê xwe didin Bakurê Kurdistanê. Demeke kurt li Stenbolê dijîn û pişt re jî tên li Amedê dijîn. Ev 2 sal û nîv e ku li Amedê dijîn.