Ji ber ku tacîza li hemberî aşkera kir sirgûn bû

  • jin
  • 10:32 11 Adar 2020
  • |
img

ENQERE - Olcay Senem ku li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Qersê hatibû tacîzkirin, got li gel ku bi ser gilîkirina wê ya li dozgeriyê re 2 sal derbas bûye jî tu bersivej jê re nehatiye dayîn. 

Olcay Senem (44) ku nexweşa penceşêrê ye, li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Qersê ku 8 sal in lê dixebite, di salên destpêkê de rastî tacîza midurê bi navê H.D. ku li heman cihê dixebitî hat. Piştî ku Senem çend caran giliya H.D. li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê û Wezareta Çand û Turîzmê kir, der barê H.D. de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê li gel ku bi ser vê lêpirsînê re 2 sal derbas bûye jî hê bi dawî nebûye û piştî teşhîskirina nexweşiya pençeşêrê Senem tayînî Miduriyeta Muzeyê ya girêdayî wezaretê hatiye kirin. 
 
JI BO TACÎZA XWE DIKE ŞÊWIRMENDA TAYBET
 
Senem ku li Enqereyê tedawiya nexweşiya xwe ya penceşêrê dibîne, têkildarî rewşa xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Senem, diyar kir ku di sala 2001 de li Şaredariya Qersê weke zabita dest bi kar kiriye û li gel ku di nav 100 zilamî de bi tena serê xwe xebitiye jî tu pirsgirêk nejiyaye û wiha got: "Ji cihê ku dixebitîm razî bûm. Di sala 2011'an de bi 310 hevalên kar re cihê me yê kar guherî. Min li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Qersê weke karkera paqijiyê dest bi kar kir.  Piştî demekê min ji paqijiyê girtin û derbasî şêwirmendiyê kirin. Pişt re dema ku sekretera midurê derket destûrê, min derbasî şûna wê kirin. Ez ji nêzikbûna midur gelek aciz bûm û got, 'Ez karker im min an bidin paqijiya ya jî şêwirmendiyê'. Lê piştî ku sekretera wî ji destûrê hat, midur min kir şêwirmenda xwe ya taybet. Min çay jê re dibir. Çiqas ez biketima odeya wî, midur min tacîz dikir."
 
JI BER RAGINANDINA TACÎZÊ CIHÊ KARÊ WÊ GUHERANDIN
 
Senem, da zanîn ku li ser tacîzkirina midur ketiye nav hewldanên guhertina saziya xwe û ev tişt anî ziman: "Şef jî zanibûn ez aciz dibim. Min ji hevalên xwe re jî got. Piştre jî serî li Baroya Qersê da. Lê parêzeran ji min re got ku şahid û delîla min tunebe vekirina dozê dê kêrî tiştekî neyê. Piştî demekê ku hat bihîstin midur min tacîz dike, min ji sekreteriyê girtin careke din dan şêwirmendiyê. Piştî vê yekê tu zilmeke ku li min nehat kirin nema. Timik min dereng ji kar derdixistin. Ji ber ku min tacîzê ragihandibû timik cihê karê min diguherandin. Piştî ku 4 mehan li şêwirmendiyê xebit îm, min dan dîsa dan paqijiyê. Pişt re dan qeyda ewraqan. Piştî vir jî min dan paqijiya rêveberan. Pişt re midur min tenê ji bo paqijiya odeya xwe peywirdar kir. Min qebûl nekir û pirsgirêk derxist. Li ser vê yekê min dan paqijiya eywanê. Pişt re jî min nivîsên fermî bir Walîtiya Qersê û anî. Herî dawî jî min dan Hebûnên Çandî û Pirtûkxaneyê."
 
BI PÊNÇEŞÊRÊ DIKEVE
 
Senem, destnîşan kir ku piştî tiştên hatine serê wê derûniya wê xera bûye û wiha pêde çû: "Bi hefteyan min dermanên atîdepresan bi kar anî. Ji ber van dermanan ji bilmêjiyan (adet) bûm û porê min hilweşiya. Hêdî hêdî bi pençeşêrê ketim. Di sala 2016'an de teşhîsa pênçeşêrê li min kirin. Piştre min hîn kir ku pençeşêr li kezeba min berbelav dibe. Ji bo tedawiyê destûr nedidan min û gefa derxistina ji kar li min dixwarin. Ji min xwestin ku ez nexweşiya xwe bi belgeyan ji wan re ragihînim. Ji bo wan min wêneyên xwe kişand û ji bijîjk nivîs girt. Piştî vê yekê min destûr girt û li Enqereyê dest bi tedawiya xwe kir. Min midur li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê û Wezareta Çand û Turîzmê gilî kir. Wezaretê ji Qersê re nivîs nivîsandiye lê midur tiştên ku kiriye înkar kiriye û ser bûyerê girtiye. Li gel nexweşiya min jî min li arşîvê dan xebitandin. Min jî vê rewşê ji li wezaretê ji wezaretê re ragihand. Li wezaretê ji min re ragihandin ku ez careke din biçim wezaretê dê min negirin hundir."
 
LÊ BENDÊ NE KU BIMIRE
 
Di berdewamê de Senem, bi lêv kir ku piştî tedawiya xwe vegeriyaye Qersê û Alîkarê Walî wê venxwendiye cem û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ez çûm cem Alîkarê Walî min dît ku ew midur H.D. bi hev re ji odeyê derketin. Piştre min vexwend odeya xwe. Ji min re ev tişt got, 'Tu pençeşêriyî, çend jin tacîz li wan tê kirin. Tiştek ji vê bûyerê dernayê. Wê kî şahidiya te bike. Biçe li cihê ku tuyê biçiyê bimire û wê mijar jî bê girtin'. Piştî vê hevdîtinê sirgûnî Miduriyeta Muzeyê hatim kirin. Li gel ku sirgûnî muzeyê hatime kirin jî hê peywirek nedane min. Li bendê ne ku ez ji pençeşêrê bimirim. Di nav xwe de jî vî tiştî diaxivin. Lê ez ê nemirim û têkoşîn bidim ku tiştên ku wî mirovî aniye serê min bêceza nemîne. Ez ê vê pençeşêrê jî û wan jî têk bibim. Dema qala tacîzê tê kirin, destpêkê li jinê tê nêrîn. Çima jin şerm bike. Ez şerm nakim bila H.D. şerm bike. Jinno êdî netirsin. Heke em jin bibin yek em ê karibin pêşî li tecawiz û mirinan bigirin. Piştî têkoşîna xwe 4 salan naxwazim bimirin û ew mirov bê ceza bimîne."
 
NAXWAZE TÊKILDARÎ MIJARÊ BIAXIVE!
 
H.D. ku me angaştên derbarê wî de jê pirsî, got ku parêzerên wî hene û naxwaze têkildarî mijarê biaxive. H.D. têkildarî cih guhertina Senem ku sirgûnî Miduriyeta Muzeyê hatiye kirin jî ev tişt got: "Piştî ku bi hevalê xwe yê kar re şer kir, me jî cihê wê guhert. Niha bi awayekî demkî hatiye peywirdarkirin. Min doz lê vekiriye."
 
MA / Zemo Aggoz