Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye

  • jin
  • 14:41 9 Adar 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Hat îdîakirin ku gundekê Midyadê jina bi navê Aygul A. xwe kuştiye. 
 
Li Gundê Tînatê ya navçeya Midyad a Mêrdînê, hat îdîakirina ku jina bi navê Aygul A. xwe întîhar kiriye. Hat diyar kirin ku cenazeyê Aygul A. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û piştî otopsiyê wê li gund bê definkirin. 
 
Li aliyê din, hat destnîşan kirin ku hevjînê Aygul A. yê bi mehra mele E.B. ji bo îfadeya wî bê girtin birine qereqolê û hîna jî karê îfade girtina wî dewam dike. 
 
Welatiyên gund, dan zanîn ku E.B. ragihandiye ku Aygul A. întîhar kiriye.