Li Mêrdînê starta 8’ê Adarê hat dayîn

  • jin
  • 15:30 28 Sibat 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê, li navçeya Nisêbînê starta bernameya 8’ê Adarê dan. 

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, starta bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Nisêbînê hat dayîn. Meclîsa Jinan a HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'WÊ TÊKOŞÎNA JINAN DEWAM BIKE’
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaogu ve hat xwendin û wiha got: "Di vê serdemê de êrîşa zayendî ya li dijî jinan û qirkirina jinan gelek zêde bûye. Pergala polîtîkaya mêr a dewletê vê bi her awayî nîşanî me dide. Dewlet bi polîtîtkayên xwe yên qirêj êrîşî jinan dkie.  Hikûmeta ku xwe bi van polîtîkayên qirêj hewl dide li ser piyan bigire berî bi demeke kurt qeyûm tayînî şaredariyên me kir. Hikûmetê bi van polîtîkayên xwe di serî de êrîşî hevserokên me kir û ew girtin.  Pergala hevserokatiyê wekî suc tê dîtin .Disa heman hikûmeta ku jinan ji kar derdixe dibe sedema mexdûrbûna wan. Em jin vê zorardestiya mêran qebûl nakir û emê berxwedana xwe berdewam bikin. Bi vê biryarbûn û baweriyê em dibêjin heta azadiyê mê têkoşîna xwe bidomînin. Jin jiyan azadî. "
 
'SEDEM DESTIHATDARIYE'
 
Piştî perîhanê Pero Dundar axivî û wihagot: "Me dê îro bi şahiyekê starta 8'ê Adarê bida. Lê ji ber şewata duh li îmraliyê rûda û mijara Îdlîbê em bernameya xwe bi daxuyaniyekê aşkera dikin.  Berpirsiyarê van bûyeran îktîdara AKP'ê ye. Ji bo ev hemû neyên jiyîn divê demildest tecrîd ji holê bê rakirin."
 
Piştî daxuyaniya ku bi dirûşma "Jn jiyan azadî" bi dawî bû bernameya çalakiyên ku wê di navbera 1 û 8'ê Adarê de bên lidarixsitin hat aşkerakirin. 
 
Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê wiha ye: 
 
*1'ê Adarê saet di 12'00'an de li Parka Karayollari ya Artukluyê kermez,
 
*2'yê Adarê saet 12.00'an de li taxa Kotek ya Artukluyê hevdîtina jinan,
 
*3'yê Adarê li Ewênaya Stewrê saet di 12'an de hevdîtina jinan, li Midyatê serdana atolyeyan,
 
*4'ê Adarê set 13.00'an li gundê Dêrikê yê Kizilê hevdîtina jinan, saet di 12.00'an de li bazara gel li jinan wê qurnefîl bê belavkirin. 
 
*5'ê Adarê saet di 13.00'an de li bazar artuklu ya pêncşemê li jinan wê qurnefîl bên belavkirin,
 
*7'ê Adarê set 12.00'an li parka Karayollari ya li Artukluyê di pêşengiya Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmeran de daxuyanî,
 
*8'ê Adarê di navbera saet 11.00 -16.00'an de şahiya jinan.”