Wê jinên stenbolî di 8'ê Adarê de li qadan bin

  • jin
  • 09:21 28 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Jinên stenbolî, wê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar de li dijî komkujiyên jinan û şidetêê dakevin kuçeyan. Jinan, daxwazn xwe yên ji bo wkehevî û azadiyê cardin dubarekirin û gazî hemû jinan kirin ku dakevin qadan.

Jin, amadekariyên pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Wê îsal jî jin li dijî komkujiyên jinan, şidet, krîza aborî û xespkirina mafan dakvin kuçeyan. Her wiha wê jin êvara 8'ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst jî li dar bixin.
 
Bijîşk Mîhrîban Yildirim, diyar kir ku 8'ê Adarê roja yekîtî û piştevaniyê ya jina ye û got: "Li dijî serdestiya mêr, kaptalîzma keda jinê bin pê dike û pergala patrîarkal a dixwaze bedena jinê têxe bin tehekuma xwe, roja serhildanê û bilêvkirina hêrsa jina ye."
 
Yildirim, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê komkujiya jinan û şideta li ser jina zêde dibin û got, bi taybetî jî şidet û komkujî di nav malbatê de zêde dibin. Her wiha Yildirim diyar kir ku polîtîkayên çewisîner û krîza aborî herî zêde tesîrê li jinan dike û got, loma ew ê di 8'ê Adara îsal de li dijî betalî û bêewlehiyê jî dakevin kuçeyan.
 
JI BO WELATEKÎ HÊ BAŞTIR WÊ DAKEVIN QADAN
 
Endama Tora Parastina Jinê Sezen Ozkan jî destnîşan kir ku hema bêje li Tirkiyeyê her roj jin tên kuştin û got: "Êdî bes e." Ozkan, ew dixwazin bijîn û got: "Ji bo pêşeroja xwe em dixwazin xwe bi xwe biryaran bigirin. Niha li Tirkiyeyê tê xwestin destekftiyên jinan jî bên destserkirin. Qanûn nayên pêkanîn. Loma di 8'ê Adara îsal de em ê li dijî xespkirina mafên jinan dakevin qadan. Li dijî kedxwariyê û btealiyê, ji bo welatekî hê baştir em ê li qadan bin."
 
Şengul Kiliç jî got: "Cinayetên jinan pir zêde bûne. Em dixwazin rojek berî rojekê ev komujî bi dawî bibin. Qanûnên jinan diparêzin divê pêk bên. Nepêkanînan wan sedema serîhildana jina ye. Zilamên jinan dikujin, gava qerewatê girêdidin cezayê wan tê kêmkirin. Ev tiştekî tirsnak e, em vê yekê qebûl nakin. Divê em di 8'ê Adara îsal de serîhildanê biqîrin, ji bo mafên xwe dengê xwe bilind bikin."
 
JI BO WEKHEVÎ Û AZADIYÊ
 
Sevgî Abay jî 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir û got, li Tirkiyeyê qîmeta jinan tuneye û hema bêje her roj herî kêm 5 heb jin tên kuştin. Abay, xwest îqtîdar pêşiya van komkujiyan bigire. Abay, destnîşan kir ku divê jin ji bo wekhevî û azadiyê dakevin qadan.
 
Mamoste Lale Akverdî jî destnîşan kir ku divê jin di 8'ê Adarê de li dijî şidet û komkujiyan dakevin qadan.