Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin

  • jin
  • 18:12 27 Sibat 2020
  • |
img
 
AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel di şahiya TJA’yê de, diyar kir ku ku dixwazin jin li her derê bin û got: “Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin, mîtînga xwe li dar bixin. Bila hemû jin bi cil û bergên xwe, bi laçikên xwe yên spî bên qadan.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li li Taxa Kabê ya Sûra Amedê şahiyek li dar xist. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn û Semra Guzel, endam û rêveberên HDP’ê yên Sûrê, aktivîstên TJA’yê û gel beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de jinan li ber def  û zirneyê govend gerand. Her  wiha gava polîs nêzî qada şahiyê bûn, jinan bertek nîşan dan. Piştî bertekan polîs ji qadê dûr ketin. 
 
Di şahiyê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî. Guzel, diyar kir ku ne tenê 8’ê Adarê bila her roj bibe roja jinan û got: “Ji ber ku azadiya gel di bin destê jinan, berxwedan û têkoşîna jinan de derbas dibe. Ji ber wê divê her roj bibe roja jinan. Em her roj li qadan bin û li ber xwe bidin. Ji ber ku azadiya me azadiya civakê ye. Jinan hemû deskeftiyên xwe bi têkoşîn û berxwedanê bi dest xistine.”
 
‘WÊ BERXWEDANA JINAN PERGALA WAN XERAB BIKE’
 
Guzel, da zanîn ku desthilatdar nahêlin jin werin astekê û li ber xwe bidin û got: “Ji ber ku dizanin wê berxwedana jinan pergala wan xerab bike. Ji ber wê îro herî zêde êrîşî jinan dikin. Em vê hişmendiya wan di qada şer de nas dikin. Bedena jinê bi tazî teşhîr dikin. Gulistan Doku li Dersîmê hatiye windakirin. Ev şerekî taybet e. Lê em dizanin ku em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Divê jin bi xwe bawer bin.”
 
BANGA JI BO 8'Ê ADARÊ
 
Guzel, destnîşan kir ku wê destkeftiyên xwe biparêzin û got: “Em ji kesên dixwazin berxwadan jinê asteng bikin re dibêjin ‘em ê destkeftiyên xwe zêdetir bikin û dev jê bernedin. Em ê ji bo mafê xwe jî li ber xwe bidin.' Em jin destê hev du bigirin." Guzel, anî ziman ku dixwazin jin li her derê bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin, mîtînga xwe li dar bixin. Bila hemû jin bi cil û bergên xwe, bi laçikên xwe yên spî bên qadan.”
 
Şahî bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.