Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan

  • jin
  • 16:03 27 Sibat 2020
  • |
img

DERSÎM – Platforma Jinan a Dersîmê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li ser Pira Dînar a ku lê li Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Guristan Doku ya 58 rojin winda bûye digerin, dan. 

Platforma Jinan a Dersîmê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan û starta xebatên 8'ê Adarê dan. Endamên Platforma Jinan li Pira Dînar a ku li ser wê li Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya 58 rojin winda bûye kom bûn û li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de malbata Gulistan Doku, parlamenterên HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Dersim Dag, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz, Nûnerên KCD, Komeleya Jinan a Rosa nûnerên rêxistinên jinan ên bajarên der û dorê, xwendekarên Zanîngeha Munzurê û gelek kesên din amade bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Gulistan Doku li ku ye?" vekirin û dirûşmeyên “Em hemû  Gulistan in" û “Dê qêrîna dayikan bibe goristana we" berz kirin. 
 
AYGUL DOKU: EZ HEQÊ XWIŞKA XWE JI WAN RE NAHÊLIM
 
Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku, diyar kir ku hêj xwişka wê nehatiye dîtin û wiha got: "Heta niha tu agahî jê nayên girtin. Ji bo xwişka min bê dîtin çi ji destê min bê ezê bikim. Xwişka min ne di bendavê de ye. Ez bang li bavê Zainal Abarokov ê polîs Engin Yucel dikim. Ez ê heqê xwişka xwe ji we hemûyan bipirsim. Bila Engîn Yucel nebêje ez hesab napirsim. Ez pêşiya vê yekê bernadim. Mirî be jî divê xwişka min bê dîtin." 
 
‘EM WELATEKÎ KU NEFESÊ LÊ BISTÎNIN AVA BIKIN'
 
Li ser navê Platformê Duygu Kurban jî anî ziman ku jin bi êrîşên giştî re rû bi rû ne û wiha got: "Di demên dawî de êrîş li Dersimê her ku diçe zêde dibin. Jin ji bo ked, nasname û bedena xwe têdikoşin. Lê her roj ev têkoşîna wan rastî astengiya tên. Windabûna Gulistan Doku sembola cendereya ku dixwazin jinan têde bifetisînin e. Em dipirsin Gulistan Doku li ku ye? Em carek din sos didin. Heta ku em Gulistan bibînin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em pêşiya vê yekê bernadin. Em vê cendereya ku di şexsa Gulistan Doku  de bûye sembol bişkînin. Em welatekî ku dikarin nefesê lê bistînin ava bikin." 
 
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku ji destpêkê heta niha vê mijarê dişopînin û wiha got: "Dersîm bajarekî biçûk e. Her kes hev nas dike. Ger ku li bajarekî wisa xwendekar winda dibin, wê demê berpirsiyariya esîl aydî rayedarên fermî ne. Em dibirsin tişta ku bû sedem Gulistan winda bibe çiye? Divê ev bê ronîkirin. Rayedar bi israr diyar dikin ku Gulistan xwe ji Pira Dinar avêtiye. Lê heta niha delîlek vê yekê teyît bike tune ye. Meseleya Gulistan Doku perçeyek ji wêneyê Dersimê ye. Li her kolana Dersimê kamerayên MOBESE hene. Li gel vê yekê çawa dibe ku Gulistan Daku winda dibe. Em hêza xwe ji têkoşîna xwe digirin. Em razî nabin ku faîl neyê dîtin û darizandin. Dîsa heta ku Gulistan Doku bê dîtin em ê şopdarê doza wê bin û lêgerîna me dê bidome."