Dayika Ayşe Karamanê: Ji bo pêşî li ber cinayetên jinan bê girtin em dest bidin hev

  • jin
  • 09:10 14 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Dayika Ayşe Karaman a ku tê gotin Ozgur Tarhan ew kuştiye, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber cinayetan bê girtin divê jin dest bidin hev. 

Di 29'ê Tîrmeha 2019'an de cenazeyê teknîkera anesteziyê Ayşe Karamanê li Taxa Dîkmen a navçeya Çankaya ya Enqereyê li mala bijîşk Ozgur Tarhan hatibû dîtin. Piştî lêpirsînê derketibû holê ku Karaman bi dermanekê hatiye kuştin û ji ber vê Tarhan hatibû girtin. Îdianameya der barê Tarhan de hat amadekirin. 
 
Di rapora saziya tiba edlî de hatibû diyarkirin ku Karaman bi dermanê bi navê "F" hatiye kuştin û ev derman li gor madeya 1888'an a Qanûna Ceza ya Tirk di nav kategoriya tiryakê de cig digire. 
 
‘DERMAN DAYÊ Û PAŞÊ EW VEŞART' 
 
Dayika Ayşe Karamanê Ferîde Karaman, anî ziman ku Tarhan ji bo keça wê bi xwe ve girê bide derman dane wê û paşê ew kuştiye. 
 
Dayik Karaman, destnîşan kir ku ji roja roj de ew dibêje Tarhan keça wê kuştiye û got: "Li cihê bûyerê dermanê ku keça min pê miriye nehatiye dîtin. Ev yek jî nîşan dide ku Ozgur Tarhan keça min kuştiye. Pêşî derman dayê û paşê derman veşartiye." 
 
Karaman, destnîşan kir ku Tarhan tim peyam ji keça wê re dişandin û got: "Ayşeyê tenê bersivak dida, digot 'ez ê paşê telefonî te bikim.' Zilamekî hingofî ye." Karaman, destnîşan kir ku dadger jî peyamên wî dîtine û got: "Her tişt di dest wan de ye. Bersiv nedihat dayîn, lê dîsa jî ev qasî dinivîsand." Karaman, anî ziman ku Tarhan bi dermanan xwestiye keça wê bi xw eve girê bide û got: "Heger ne wisa be çi karê keça min li cem kesekî di emrê bavê wê de ye heye. Pir hez ji dildarê xwe dikir. Wê bizewiciyana. Hingulîskên xwe xistibûn tiliyên xwe." 
 
Karaman, destnîşan kir ku baweriya wan bi edaletê heye û got, bawer dike ku wê cezayekî giran li Tarhan bê birîn. 
 
‘DIVÊ EM DEST BIDIN HEV DU' 
 
Karaman, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber cinayetan bê girtin divê jin dest bidin hev û got: "Divê em bitêkoşin ku edalet cezayê herî giran bibire û biryarên emsal çê bibin. Divê em bi hev re tiştina bikin." 
 
MA / Zemo Aggoz