Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt

  • jin
  • 11:39 12 Sibat 2020
  • |
img
AMED - Li Gundê Kerikê yê Navçeya Çinarê ya Amedê Memduh Tufek ewil hevjîna xwe kuşt û piştre întîhar kir. 
 
Li Gundê Kerike yê Navçeya Çinara Amedê Memduh Tufek û hevjîna xwe Yasemin Tufek (25) li mala xwe kuştî hatin dîtin. Di 10'ê Sibatê de hat dîtin ku Menduh û Yasemîn li malê kuştî hatin dîtin. Yekîneyên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û rakirin nexweşxaneyê. Piştî karê otopsiyê, cenazeyê herdu hevjînan li Gundê Kerikê defin kirin. Hat îdîakirin ku Memduh Tufek ewil hevjîna xwe kuşt û piştre xwe kuştiye.