Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê

  • jin
  • 11:21 12 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Y.O. ya ku di bin parastina polîsan de rastî lêdana hevalê xwe hat û çavekî wê kor bû, qala têkoşîna xwe kir. Y.O., anî ziman ku ji ber heyeta dadgehê li gorî daxwaza mêr biryarê dide, di danişîna ewil de bi bedl çû salona dadgehê.  

Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê her roj zêde dibe. Tekoşîna jinan û têkoşîna hiqûqî jî her roj didome. Herî zêde dema jin di bin parastina polîsan de an jî dema zilam ji wan dûr dixin, jin rastî tundiya zilam tên. Yek ji van mînakan serpêhatiya Y.O., ye. Omer Faruk A. û birayê xwe B.A. di 26'ê Nisana 2016'an de li Enqereyê xwestin Y.O. bikujin. Y.O. ya rastî êrîşa hevalê xwe Omer Faruk hat û çavekî wê kor bû, 4  salin têkoşîna hiqûqê dide. Di  danişîna duyemîn de bira B.A. hat berdan. Di danişîna 17’emîn de der barê bersûc Omer Faruk A. de 15 sal cezayê girtîgehê birîn. Cezayê ku hat daxistin, piştre ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve betal bû. Y.O., di pêvajoya darizandinê de her dem ji aliyê hevjîn û xizên wî ve rastî tundî, gef û heqaretan hat. Y.O., ji ber rastî êrîşê hat û çavê wê kor bû, 23 caran emeliyat bû. 
 
'GEF LI MALBATA MIN XWAR' 
 
Y.O., ji Ajansa Mezopotamya (MA) re qala têkoşîna xwe û serpêhatiyên xwe vegot. Y.O., anî ziman ku di sala 2015'an de bi Omer Faruk A. re bû û hindik mabûn bizewicin û wiha got: "Hindik mabû em bizewicin. Piştre xizmekî min ji birayê min re got Omer tiryakê dikişîne û deyndarê gelek cihan e. Li ser vê yekê min ji Omer re got ez naxwazim biwecim. Di şeva 29'ê Nîsana 2015'an de Omer hat li deriyê min da. Biraziyê min derî vekir. Dema min dengê wî bihîst min derî li ser xwe kilît kir. Lê hat derî şikad û li min da. Xwest min bikuje. Bi parê min girt û ez avêtim erebê. Ez birim zeviyek li Baglumê. Piştre li malbata min geriya û gef li malbata min xwar. Piştre ez bi erebeyê li nava bajar gerandin. Min li nêzî Qereqola Polîsan a Esertepe xwe avêt xwar. Ez bi birîndarî çûm qereqola polîsan. Min alîkarî xwest. Min rapora lêdanê girt. Omer jî piştre li gorî kêfa xwe hat îfade da û serbest hat berdan. Wê demê biryara ku min ji wî dûr bixin û biparêzin stendin. Piştre me doz vekir û têkoşîha hiqûqî berdewam kir." 
 
'POLÎS LI QEREQOLÊ PIŞTA WÎ FIRKAND' 
 
Y.O., anî ziman ku li gel biryara dûrxistinê hebû jî her dem ew şopand û gef li wê xwar û wiha axivî: "Her dem peyam ji min re şand. Salek û nîvekê ez rastî gefê û hatim. Dema doz vebû xwest ez giliyê xwe paşve bikişînim û dest ji dozê berdim. Dema min ev yek qebûl nekir bêtir gef li min xwar û bêtir ez bêzar kirim. Rojekê pere ji min xwest. Min jî got 'Ez pere nadim te'. Wê demê li kolanê li min xist. Perdeya guhê min qetand. Min çû li qereqolê gilî kir. Ez bi saetan li Qereqola Polîsan a Yuzunculê rawestandim. Li qereqolê polîsek çû cem Omer û pişta wî fikand û got: "Omerê min tu biçe tiştek ji vê dernakeve. Ez ê îfadeya te binivîsim. Tu dê piştre bê îmze bike. Min ev yek ji CÎMER'ê re nevîsî. Min xwest vê yekê lêkolîn bikin. Min li amîrê qereqolê jî gilî kir. Piştre polîs ji kar dûr xistin. Yên qereqolê bêtir ji min aciz bûn. Min 20 caran gilî kir. Lê polîsekî jî li gorî heqê erka xwe gav neavêt. Ji ber sekna polîsan dozger der barê bersûc de biryara binçavkirin û girtinê nexwest." 
 
'MIN SERÎ LI DOZGER DA, LÊ DOZGER GOT TIŞTN NABE'
 
Y.O., anî ziman ku şeva li wê da biryara ku 6 kes wê biparazin hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber biryara parastinê îhlal kiriye rastî cezayê girtîgehê hat. Di 27'ê Nîsanê dê ji îhlalkirina biryara parastinê bihata girtin. Li min dabû. Kezeba min pûç bûbû. Perda guhê min qetandibû. Di 26'ê Nîsana 2016'an de li min geriya û got ‘Ez ê gule berdin serê te. Tu dê dernekeve vê dadgehê' û gef li min xwar. Min got dengê te qeyd dikim ezê bidim dadger. Wî jî got 'Bila hekîm jî dozger jî bibhîze. Ezê bi çiftê gule berdim serê te. Tu dê dernekeve danişînê. Ez ê te bikujim û piştre ezê têkevim girtîgehê.' Min qeyd avêt ser CD ji bo pêşkêşî dadgehê bikim. Ez çûm cem dozger. Min got gef li min xwariye. Lê dozger got 'Tiştek ji vê yekê dernakeve û ez paşve şandim. Di 26'ê Nîsanê de tişta got kir û saet di 03'an de gule berda serê min. Piştî gule berda min çend meh şûnde min xwe komî hev kir û birayê min ez birim edliyê. Ez çû cem dozger û min got "Ez ji we bi gilî me. Ruyê min perçe bûbû. dozger ez nas nekirim. Min her tişt anî bira dozger." 
 
Y.O. anî ziman ku nêzî 3 salin doz didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi plan û zanebûn gule berda min. Lê dozger bi îdîaya 'hewl daye bikuje' doz vekiriye. Ez hêj têkoşîna hiqûqî didim. Tevî hemû delîlan dadgeh wekî ku bi plan u zanebûn kiriye nabîne. Çi ji tişta destê min hat min kir û ji niha û şûnde çi ji destê min bê ezê bikim. Di danişîna ewil de ji bo ez balê bikişînim ser helwesta dadgehê ya li hemberî mêr ez bi cilên betl (takim) çûm salona dadgehê. Bersûc Omer dest û milê xwe kil dike û derdikeve pêşberî dadgehê. Vê hêzê ji parêzerê xwe digire. Heta niha ji ber ku min gilî kiriye 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran û li dadgehên 4, 12, 19, 28, 32, 43'emin ên Cezayên Asliye gelek doz hatine vekirin. Heta niha rastî gelek cezayên girtîgehê û pereyan hatiye. Di danişîna dawî de bi sucdariya hewl da birayê min bikuje 7 û hewl daye min bikuje 7 sal ceza li Omer birîn. Heta niha 23 caran emeliyat bûm. Bedena min ji ber emeliyatan êdî narkoz û anesteziyê nanake. Ev şerek e. Ez êdî bi wîcdanê dozger û dadger mame. Ez 7 sulaleya xwe bi MHP'ê mezin bûm. Ez ji welatê xwe û axa xwe hez dikim. Lê êdî mahdê min diqele ji van tiştan. Ez êdî ji welatiyê vî welatî bêzar im. Kekek wekî min welatparêz û ax parêz anîn vî halî. Ez bêzar im ku li vî welatî dijîm." 
 
 
MA / Berivan Altan - Zemo Aggoz