ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin

  • jin
  • 15:20 11 Sibat 2020
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê ji bo Şeyma Yildiz a ji aliyê bavê xwe ve li Çûbûkê hat qetilkirin de daxuyanî da çepemeniyê. Endama komîsyonê Sevînç Koçak, diyar kir ku nabe ku tundî dibin navê “namûsê” de bê meşrûkirin. 
 
Komîsyona Jinan û Mafê Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, ji bo Şeyma Yildiz a li navçeya Çûbûkê ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Endam Komîsyonê Sevînç Koçak, di civînê de axivî û wiha got: “Di sala 2020’an de gelek jin hatin qetilkirin. Jin û zarokên keç, ji aliyê  bav, bira, kur, hevjîn, hevjînê berê, heskirî û zilamên nas nedikirin ve hatin qetilkirin.”
 
‘DIXWAZIN KUŞTINÊN JINAN MEŞRÛ BIKIN’
 
Koçak, bal kişand ser pêvajoya piştî qetilkirina Şeyma û wiha got: “Derbarê heskiriyê Şeyma heye yan na de nîqaş hene. Dibe ku heskiriyê jinan hebin. Bûyerên tundiya li dijî jinan, nabe ku bi vî awayî bên nîqaşkirin. Bi van nîqaşan dixwazin ku dibin navê ‘namûsê’ de tundiya li dijî jinan meşrû bikin.” 
 
‘KUŞTINÊN JINAN DEWAM DIKIN’
 
Koçak, bertek nîşanî nûçeyên derûniya bersûcê Şeyma nebaşe yên di çapemeniyê de hatin serwîskirin da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nexweşiya derûniyê, nabe ku bibe hinceta kuştinê. Ji ber van polîtîkayên dewletê, tundiya li dijî jin û zarokan zêdetir dibe. Heya ku gotinên zayendperest ên newekheviya zayendî ya civakî xwedî dikin, hevbeşiya kar û polîtîkayên heyî ji holê neyin rakirin, wê kuştinên jinan dewam bikin.”
 
Piştî axaftina Koçak, civîn bi dawî bû.