2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan

  • jin
  • 15:32 8 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Li Stenbolê 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê bi pêşengiya Piştevaniya Mor bi dirûşma “Di têkoşînê de israr û di azadiyê de israr" îro pêk tê. Jinan di konferansê de bal kişandin ser yekitiya jinan û têkoşîna hevpar û gotin: "Jin bi hev re bi hêz in."

Bi pêşengiya Piştevaniya Mor bi dirûşma “Di têkoşînê de israr û di azadiyê de israr" 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê îro dest pê kir. Konferans dê du rojan bidome. Konferan di roja xwe ya yekem de li Dîreya Zewicandinê ya Kadikoyê pêk hat. Di konferansê de pankartên wekî "Em nivê cîhanê ne, em tevahiya azadiyê dixwazin", "Em ê xweparastinê li pêş bixin û em ê şîdetê rawestînin", "Li dijî pergala serdest a mêr serî rakirina femînistan didome", “Dengê keda ku nayê bihistin em ê bilind bikin", "Em mutbexê derketin êdî paşve venagerin", "Li dijî newekheviya muçeyê têkoşîna xwe mezin dikin", "Ji talankirina ekolojiyê re na", "Li dijî êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan têkoşîn", "Di bin sîwana Piştevaniya Mor de xwe bi rêxistin bikin", "Bi piştevaniyê bijîn" û "Di têkoşînê de israr û di azadiyê de israr" hatin daliqandin. Jin bi cil û bergên mor tevlî konferansê bûn. Di konferansê de dirûşmên wekî "Bijî piştevaniya jinan" û "Di azadî û têkoşînê de israr" hat berzkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Pîrebokên Kampusê, endamên Jinên Pêşketî, endamên Tora Parastina Jinê, endamên Weşanxaneya Guldunyayê, nûnerên sazî, rêxistinên jinan û parlamenter, akademisyen û parêzer tevlî konferansê bûn.
 
'SEDSALA 21'EMÎN WÊ BIBE SEDSALA JINAN' 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu di destpêka konferansê de axivî û bal kişand ser têkoşîna femînistan û got: "Dê sedsala 21'an dê bibe sedsala jinê. Jin her tim li qadan têkoşîna xwe berdewam kirin û jin her tim têkoşer bûn." Piştî axaftina Fîlîzê derbarê têkoşîna jinên li cîhanê de sînevîzyonek hat nîşandan. Piştî nîşandan sînevîzyonê strana Sezen Aksû "Jin hene" hat guhdarkirin û ji bo kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, komek performansa xwe ya reqsa jinên Şîliyê pêk anî.
 
'JIN BI HEV RE BI HÊZ IN' 
 
Ji Piştevaniya Mor Julîana Gozen axivî û destnîşan kir ku jin li dijî îktîdara faşîst têdikoşin û wiha axivî: "Piştevaniya Mor li dijî faşîzmê bû hêviyek. Ji bo jinê dirûşmeya 'Jin bi hev re bi hêz in' girîng û hewce ye. Jin li dijî şer her tim xwedî li helwest bû û her tim parastina xwezayî kir. Ji ber vê sedemê divê em nexşerêya Piştevaniya Mor daynin li ber xwe. Li gorî vê têbikoşin. Piştevaniya Mor li welatê me bû hêviyek."
 
Ji Pîrebokên Kampûsê Arzû Sert di konferansê de axivî û da zanîn ku di pêvajoyeke girîng de konferans pêk tê û wiha got: "Ji bo em bibin dengê jinên ku hatine kuştin kom bûn. AKP bi polîtîkayên xwe dijminatiya jinê dike. Notirvanî jî polîtîkayeke û dijminatiya jinê dike."
 
'ÎQTÎDAR JI HÊZA JINAN DITIRSE' 
 
Evrîm Ozcan jî ya ji Swêdê tevlî konferansê bû û qala têkoşîna jinên penaber kir. 
 
Piştî Ozcan, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî û diyar kir ku hikûmet ji hêza jinê ditirse. Zuleyha di dewama axaftina xwe de wiha got: "Jin tu carî netirsiyan û di demên îlankirina OHAL'ê de jî diyar bû. Jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Divê em têkoşîna li Rojava jî bibîrbînin. Li vir jin têkoşîneke mezin dan û didin jî. Jin natirsin. Her çar aliyê cîhanê jin li ber xwe didin û têdikoşin. Divê ji sekn û hewldan jinê sûd bê girtin. Divê jin li qad, kargeh, dibist û malên têkoşîna xwe mezin bike."
 
'EM ÊL I HER QADÊ TÊBIKOŞIN' 
 
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş mafê axaftinê girt û diyar kir ku îktîdar li hemberî jinê şîdeteke sîstematîk bikar tîne û wiha got: "Divê jin bêtir li dijî şîdetê xwe bi rêxistin bike. Dema em li vir diaxifin ev cihek din qala xespkirina mafê nafakayê dikin û qala azadkirina tecawizkaran dikin. Em li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi xwişkên xwe re têbikoşîn. Heke jin bi hev re li ber xwe bide dê hemû pirsgirêk ji holê rabin."
 
'YEKÎTIYA JINAN GIRÎNG E' 
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî destnîşan kir ku jinên ku dibirse û difikire tu carî hegemonyayê qebûl nakin û wiha axivî: "Niha vîrûsa coronayê heye û çareyek jêre digerin. Lê di nava civakê de bi salane vîrûsek heye, ev vîrûs mirovan dikuje. Navê vê vîrûsê jî mêranî ye. Li her qadê derdikeve pêşberî me. Ji ber vê sedemê jî li dijî vê vîrûsê divê jin bibin yek."
 
Konferans dê sibêhê li Salona Konferansê ya Bîrleşîk Metal Îşê pêk were.