Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin

  • jin
  • 09:01 7 Sibat 2020
  • |
img

DERSÎM - 34 roj derbas bûn, lê hê jî xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû nehatiye dîtin. Jinên Dersîmî gotin, xebatên lêgerînê û lêpirsîna hatiye destpêkirin divê dorfirehtir bibin. 

Xwendekara Zanîngeha Dersîmê Gulîstan Dokû, ji 5'ê Çileyê ve winda ye. Xebatên lêgerînê yên ji bo Dokûyê didomin. Her wiha piştî windabûna Dokûyê lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê heta niha lêpirsîn wekî xwe yê berê ye. 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Dersimê Nûrgul Yalay, diyar kir ku xebatên lêgerînê tenê li herêmekê tên kirin û heta niha tiştek bi dest neketiye. Yalay, anî ziman ku hîn bûyer tam zelal nebûye û tiştekî qethî bi dest neketiye, lê belê ji niha ve li ser îhtimala întiharê tê sekinandin û got: "Dersim cihekî biçûk e. Li her derî kamera hene. Mehek e jinek winda bûye û hê jî nehatiye dîtin. Tiştekî ecêbmayî ye. Em dixwazin daxuyaniyeke zelal bê dayîn. Em ê tim û tim bang bikin. Mehek jî derbas bibe em ê bêjin 'Gulîstan Dokû li ku ye?'" 
 
CINAYETÊN JINAN BÎBÎR XIST 
 
Endama EMEP'ê Çagla Yolaşan, bal kişand ser cinayetên jinan û got, bi taybetî li herêmê cinayetên jinan wekî 'întiharê' tên bilêvkirin. Yolaşan, destnîşan kir ku azadiya jinan tê binpêkirin û got: "Ne rast e meriv Gulîstanê derî van tiştan esas bigire. Di lêpirsîna Gulsîtan Dokûyê de tenê li ser îhtimala întiharê tê sekinandin. Çendî ku endîşe bi vî rengî bin jî, divê lêpirsîn bê dorfirehkirin. Baroya Dersimê jî di nav de gelek baroyên din û rêxistinên civaka sivîl xwestin lêpirsîn bê dorfirehkirin lê nehat kirin". 
 
Yolaşan, bal kişand ser bûyerên taciz û tecawizê yên li navçeya Pêrtag, Xozat û Pulumurê û got: "Li Dersimê polîtîkayên ewlehiyê pêk tên. Di bin navê ewlehiyê de demografiya bajêr tê guherandin. Hejmara polîs û eskeran pir e. Lêpirsînên hêzên dewletê tabiî destûreke taybet in. Ji bo wan polîtîkayeke bêcezatiyê heye. Ev ne rast e. Heger di îstismarkirina jin û zarokan de tiliya peywirdarên cemaweriyê hebe, divê derbarê wan de lêpirsîn bên destpêkirin û ser wan ne girtî bin". 
 
Endama Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Yenîgunê ya Dersimê Fîdan Demîr, destnîşan kir ku ne bawer e ku Dokû li herêma ku lêgerîn lê didomin be. Demîr, got: "dî bila çareyek bê dîtin. Heger întihar bikirana, wê di nav avê de bihata dîtin. An Gulîstan hatiey revandin an jî tiştek din bûye. Kesê ku herî dawî pê re hevdîtin çê kiriye divê baş bê pirsiyarkirin. Em civaka elewiyan bi rêz û baweriyî nêzî hev dibin. Niha em ji bo her tiştî bi şik û guman tev digerin. Li vira jinên ciwan winda dibin. Zarok pir tên îstismarkirin. Em li be rdikevin. Lîstikên di van salên dawî de, endîşeya me zêdetir dike". 
 
‘EM Ê BIŞOPÎNIN' 
 
Hevseroka HDP'a Navçeya Navendî Ozlem Toprak jî destnîşan kir ku li kuçe û kolanên bajêr hemûyan kamera hene û got: "Li ser pira ku wêneyê Gulîstanê hatiye dîtin 3 heb kamera hene. Rayedar dibêjin, du kamera şikiyane. Li Dersimê gava çûkek jî bifire hayê rayedaran jê çê dibe. Lê belê mehek e xwendekareke zanîngehê winda ye û nayê dîtin. Mehek e li Pira Dînarê li Gulîstanê digerin. Ji gelek deverên Tirkiyeyê komên lêgerînê hatin. Hema bêje gişan got, Gulîstan ne li wira ye". 
 
Toprak, destnîşan kir ku divê xebatên ji bo lêgerînê bên dorfirehkirin û got, ji bo Dokû bê dîtin ew ê şopdarê bûyerê bin. 
 
MA / Ayşe Surme