Piştevaniya Mor dê 2'emîn Konferansa Jinana Tirkiyeyê li dar bixin

  • jin
  • 10:54 4 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Piştevaniya Mor, dê di navbera 8-9'ê Sibatê de 2'emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê li dar bixin. Tê payîn ku jin ji gelek bajarên cuda yên Tirkiyeyê tev li konferansê bibin. Jin di vê konferanstê armanc dikin ku bêtir xwe bi rêxistin bikin û amadekariya greva jinên femînist bikin. 

Piştevaniya Mor, bi dirûşmeya “Ji înadê re têkoşîn, ji înadê rê azadî" dê di navbera 8-9'ê Sibatê de 2'emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê li dar bixin. Dê rêxistinên jinan ji gelek bajarên Tirkiyeyê tev li konferansê bibin. Dîsa nûnerên rêxistinên Rojhilata Navîn, Ewropa, Asya û Amarîkaya Latîn di konferansê de cihê xwe bigirin. Di roja ewil a Konferansê de, dê sînevîzyona Daîreya Zewacê ya Kadikoyê pê pêşandan û dîwan bê hilbijartin. Piştre dê Kursuya Xemrî/Mor bê avakirin. Dê di saetên êvarî de jî Orkestra ya Jinan a Stenbolê bê guhdarkirin. Di roja duyemîn a Konferansê de jî dê li Salona Konferansê ya Sendîkaya Yekbûyî ya Metal Îş'ê  berdewam bike. Di roja duyemîn de dê “Di Têkoşîna Rizgariya Jinan de rawestgehek nû: Greva Jinan a Enternasyonal", “Di têkoşîna femînîzmê de serdema Feminizt û sosyalist", “Grêka kor a Neoliberalizm û Keda Jinê", “Cînayetên jinan û ruyê cuda yên tundiyê", “Di sedsala 21'an de medotên lêgerîna nû ya Têkoşîna Azadiya Jinan", “Di Rêveberiyên Herêmî de hebûna jinê û feraseta şaredariyê û nêzîkatiyên nû" û “Di rêya azadiyê de parastina cewherî" û “Ratstiya Jinên Koçber û têkoşîna wê" dê bên niqaşkirin.