ÎHD: Jinên ducanî û xwedî zarok ên girtî berdin

  • jin
  • 14:39 3 Sibat 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest ku jinên ducanî û xwedî zarok ên di girtîgehan de bên berdan. 

Komîsyona Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, li avahiya xwe ya Konakê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa jinên ducanî û xwedî zarok ên girtî, civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘DUCANIYA ELÎF TUGROL DI RÎSKÊ DEYE’
 
Hevjînê Elîf Tugral a girtî Nûrû Tûgrûl serî li Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê da û diyar kir ku hevjîna wî di girtîgeha Şakranê deye, ducaniya wê di rîskê deye û xwest bê berdana. Nûrî Tûrgal, beşdarî civîna çapemeniyê bû û di civînê de bal kişand ser rewşa tenduristiya hevjîna xwe. Tugral, da zanîn ku bi ringê hevjîna wî ya dûcanî dibin nexweşxanê û wiha got: “Ji ber rê hevjîna min tim ne rehet dibe. Dîsa ji ber ku li qawîşa lê dimîne hejmar pire, nefestengî pê re çêdibe. Li malê dayika min û zarokekê min ê biçûk heye. Pediviya her duyan jî bi mêzekirinê heye. Ez dixwazin ku cezayê Elîf Tûgrola bê taloqkirin.” 
 
‘YASALAR UYGULANSIN’
 
Piştî Tûgrola, li ser navê Komîsyona Jinan ÎHD’ê Cemîle Karakaya metna çapemeniyê xwend. Karakaya, diyar kir ku li gorî danayên Wezareta Edelatê, 780 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehan dene û wiha got: “Parazvanên mafên mirovan li dijî vê têdikoşin û naxwazin zarok di girtîgehan de bimînin. Qanûnên heyî divê ji bo hemû kesan derbasdarbin û ji bo hemû kesan bên bicihanîn. Lazime ku jinên ducanî di girtîgehan de nemînin. Ger ceza li wan hatibe birîn jî divê cezayê wan bê taloqkirin. Divê zarok bi dayikên xwe re ne dinava çar dîwaran debin, azad bin.”