‘Ger tecrîda li ser Ocalan rabe wê tecrîda li ser jinan jî rabe’

  • jin
  • 11:35 3 Sibat 2020
  • |
img

AMED – Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Bedriye Yorgûn, da zanîn ku rojeva bingehîn a 3’yemîn Hevdîtina Jinan a TJA’yê pergala tecrîdê ya li ser Rêveberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û got: “Ger tecrîda li ser Ocalan rabe, wê tecrîda li ser jinan jî rabe. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 1 û 2’yê Sibatê de, 3’yemîn Konferansa Hevdîtina Jinan li Amedê pêk anî. Ji herêm, Tirkiye û Ewropayê 700 jin beşdarî hevdîtina bi şîara “Em jin in, em ji bo azadiya xwe hene, em ji bo guhertinê li ser piya ne" hat lidarxistin, bûn. Di hevdîtina ku li bendêye di rojên pêş de encamnameya wê ji raya giştî re bê aşkerekirin de, nîqaşên girîng hatin kirin û biryarên bi awate hatin girtin. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Yorgûn, bal kişand ser girîngiya konferansê û diyar kir ku hevdîtina jinan di pêvajoyeke êrîşên li dijî jinan pir zêde bûn de, hat lidarxistin. 
 
ÊRÎŞÊN LI SER JINAN
 
Yorgûn, zanî ziman ku di roja dest pê kê ya konferansê de wan pêvajoya heyî nirxandin û wiha axivî: “Bi taybetî jinên ku ji Ewropayê beşdarî hevdîtinê bûn, diyar kirin ku ew têkoşîna jinên kurd ji bo xwe mînak digirin û ji ber vê yekê berê xwe didin bajarên herêmê. Pergala modernîteya kapîtalîzmê li çar aliyên cîhanê, di serî de li dijî jinan, li dijî hemû gelên cîhanê dest bi şerekê siyasî, aborî, çandî û bîrdozî kiriye. Di vê pêvajoyê de jiyana koletiyê ferzî jin û gelan dike. Li dijî vê di konferansê de biryar hat girtin ku em li tax, koçe, gund, bajarok, navçe û bajaran rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Ji ber kul i hemû cihên ku rêxistina jinê lê hebe, li wê derê nêzîkatiyên çareserkirina pirsgirêkan jî heye. Weke ku tê zanîn rêxistinbûyîn pêşiya azadbûnê vedike. Jina azad, di heman demê de civaka azade. Li ciheke wisan nîqaşa vê yekê bi rêve birin, girîng e.”
 
‘TECRÎD ROJEVA BINGEHÎN BÛ’
 
Yorgûn, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Rojeva bingehîn a hevdîtinê tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Pêkanîna tecrîdê li Tirkiyeyê êdî bûye awayê birêve birine. Êdî tecrîd tenê bi Îmraliyê re ne sînordare. Ev tecrîd li tevahiya jiyanê hatiye belavkirin. Di konferansê de jî de derket holê ku tecrîd ne tenê pirsgirêka jinan û kurdane. Ev tecrîd li hemberî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî astengiyek mezine. Di konferansê de tespîtek wiha girîng hat kirin. Ger tecrîda li ser Ocalan rabe, wê tecrîda li ser jinan jî rabe. Ji ber vê biryar hat girtin ku divê sekin, çalakî û rêxistinbûyînek dijber a bi bandor pêk bê.”
 
‘YEKITIYA JINAN’
 
Yorgûn, dazanîn ku divê yekitiya jinan bê avakirin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku astengiyên li pêşiya vê bên rakirin nîqaş hatin kirin. Li ser gotina ‘Destpêkê li jinan bixin’ jinan jî biryara ‘Destpêkê rêxistinbûyîn û rabûna ser piyan’ girtin. Dîsa di konferansê de, nîqaşên divê jin ji bo yekitiya xwe têbikuştin hatin kirin.”  
 
‘TÊKOŞÎNEK XURTIR’
 
Yorgûn, dest nîşan kir ku ewê tu carî destûrê nedin êrîşên li ser destkeftiyên jinan û wiha bi dawî kir: “Ji bo mafê nafakayê, ji bo cezayê qatilên jinan neyin kêm kirin, ji bo hevserokatiya ku bi têkoşînê hat qezenckirin, ji bo yekbûyîna çalakî û ramanê nexşerêya çalakiyan ji bo serdema nû hat biryar girtin. Di konferansê de biryardariyek mezin hebû û ev girînge.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fahrettîn Kiliç