Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin

  • jin
  • 17:25 2 Sibat 2020
  • |
img
AMED - 3'emîn Komxebata TJA'yê bi dawî bû. Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) 3'emîn komexebata ku bi şîara "Em jin in, ji bo azadiya xwe hene, ji bo guhertinê li ser piyan e" li Amedê li dar dixist, bi dawî bû. Nêzî 700 delege tevlî komxebata ku li eywaneke dewetê ya bajar hat lidarxistin, bûn. Di roja destpêkê ya komxebatê de rêxistinbûna TJA'yê, hevparbûna rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê û xebatên dîplomasiyê yên TJA'yê û di roja duyemîn de jî nirxandinên tevgerên jinan ên navneteweyî yên tekildarî TJA'yê, çawaniya mezinkirina têkoşîna jinan, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn, hatin nîqaşkirin. 
 
Di komxebatê de tecrîda li girtîgehan, êrîşên li dijî destkeftiyên jinan û rêxistinbûna jinan derketin pêş. Hat diyarkirin ku di rojên pêş de encamnameya komxebatê bê aşkerakirin. Ji bo berdevkiya demê ya TJA'yê jî Ayşe Gokhan hat hilbijartin. Komxebata bi dûrişmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.