'Ola Îslamê dikin amûrê zewaca zarokan'

  • jin
  • 09:36 2 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Jinên beşdarî konferansa TJA'yê bûn, pêşnûmeya "Bi rêya zewacê efû bike" ku tê xwestin di meclîsê re derbas bikin, rexne kirin û gotin: “Ger ku ev pêşnûma bibe qanûn dê felaketên mezin bi xwe re bîne." Jinan destnîşan kirin ku serdest ola Îslamê dikin amûrê rewakirina zewaca zarokan. 

Pakêta darazê ya duyemîn ku armanc dike faîlên tecawîz û tacîza zarokan bi "Rêya zewacê efû bike", di rojên pêş de li meclîsê bê niqaşkirin û bê erêkirin. Endama Kongreya Îslamê ya Demokratîk (KÎD) Hatîce Kavran diyar kir ku ev sazkirina ku tê qal kirin meşrûkirina tacîz û tecawiza zarokan e û wiha got: “Em jin dê qet destûrê nedin vê sazkirinê. Gotinên Hîndekarê Zanîngeha Teknîk a Yildizê Prf. Bedrî Gencer ên der barê erdheja Xarpêtê de got 'erdhej ji ber Qedexekirina zewacên zarokan û Zîna ya zagonî pêk hatiye'. Vê faletê bi zewaca zarokan pênase dike. Divê ev bi tundî bê şermezarkirin."  
 
‘HER TIŞTÎ LI GORÎ XWE ÇÊDIKIN’
 
Kavran, da zanîn ku ji berê de ji bo rewakirina zewaca zarokan, ayetên Quranê û jiyana pêxember berovajî dikin û mînakan didin û wiha axivî: “Her tişt li gorî xwe çêkirin û bêbextî kirin. Di serî de gotin Brêz Ayşe di 9 saliya xwe de zewiciye. Lê dema jiyana Brêz Ayşeyê dinêrin demê berê nîşankiriye. Gelo ev nîşan kirin di 3 saliya wê de çêbûye? Xwişka Brêz Ayşe Esma heye. Esma li gorî Hicretê 27 salî ye. Ayşe jî herî kêm 18 salî ye. Lê ji bo berjewendiyên xwe meşrû bikin mirova 18 salî kirin 9 salî. Ev jî dide nîşandan ku mêr li gorî berjewendiyên xwe şiroveya olî dikin.”
 
‘ZAROKÊN KU XWESTIN TECAWIZKARÊN WAN RE BIZEWICÎNIN XWE KUŞTIN’
 
Kavran, destnîşan kir ku di 2 mehên dawî de li Çewlikê 2 zarokan ne xwest bê dilî xwe bi kesên ji wan hez nakin re bizewicin întîxar kirin û wiha berdewam kir: "“Ji van zarokan, xwestin yekê bi tecawizkarê wê re bizewicînin. Yekê xwe ji şaneşînê û ya din jî xwe ji pirê avêt û dawî li jiyana xwe anîn. Piştre xwestin ser bûyerê veşêrin. Bi tu awayî daxuyanî nehatin dayîn van zarokan ji bo çi dawî li jiyana xwe anîn. Ev qanûn wê pêşiya felaketên nû veke. Ne di ol, ne jî wijdanê de cihê vê yekê tune. Gelo kesê ku nikarê mîrateyê bi rêve bibe dê çawa bikare zewacê bi rêve bibe? Ev hemû derewên ji bo berjewendiyên xwe dikin in. Ev hemû bêbextî li Quranê tên kirin.”
 
‘PEYMAN HENE LÊ PRATÎK TUNE' 
 
Kavran, anî ziman ku Peymana Stenbolê ya ku mafê jinan diparêze tenê li ser kaxizê heye û wiha lê zêde kir: “Bin xalên peymanê îmze kirin, lê ji aliyê din berdawamî zewacên zarokan ên cemaat û tarîkatan dikin. Ji bo ku tu wateya vê peymanê li cem gel nebe hewldidin. Bi vî şiklî nabe. Divê ev hişmendî were guhertin.”
 
‘KUŞTINA JINAN BERHEMA DESTHILATDARIYÊ YE' 
 
Siyasetmedara Kurd Ayşe Karadag jî xwest li dijî kuştina jinan, tacîz û tecawiza zarokan dengekî xurttir berz bikin û wiha got: “Kuştina jinan berhema hişmendiya vê desthilatdariyê ye. Mêrê ku jinan dikuje bi qerewetê derdikeve pêş dadgehê. Bi vê sekna qerewat û çakêt cezayê wî kêm dikin. Ev zilma li jinan tê kirin ne li gorî ehlakê îslamê ye. Olê îslamê nabêje jinan bikujin, bikin kolme, Nabêje zarokan di 9 saliya wan de bi zewicînin. Yên ku dawî li vê hişmendiya zordest bînin jin in." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel