Konferansa Jinan bi dirûşma 'Em hene û li ser piya nin' dest pê kir

  • jin
  • 13:58 1 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Konferansa TJA'yê bi dirûşma "Em jin in ji bo azadiya xwe em hene. Em ji bo guhertinê li ser piya ne" dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku TJA mîrateya dîrokê ye û berxwedana sedsalê îro jî didomîne û got: "TJA xwedî li ax, dîrok û serokê xwe derdikeve. TJA ji bo rêxistinbûna jinê ya bakurê Kurdistanê hat avakirin lê niha li cîhanê bûye dengê hemû jinan. TJA xwe gihand hemû jinên cîhanê."

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma  "Em jin in ji bo azadiya xwe em hene. Em ji bo guhertinê li ser piya ne" bi beşdarbûna 700 delegeyên jin dest bi konferansê kirin. Konferans dê du rojan bidome. Ji Îngilistanê rêxistinê jinan û rêxistinên Herêma Fedekal a Kurdistanê, saziyên femînîst, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîka (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Kongreya Demokratîka a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, nûnerên saziyên sivîl, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayika Fatma Uyar a ku li Silopiyê hatibû qetilkirin Hatîce Uyar û gelek jin beşdarê konferansê bûn. Li eywana konferansê pankartên bi nivîsê "Jina jiyanê azad dike jina herî xweşik e" û "Dema em bi ser bikevin wê demê em hene" hatin daliqandin. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî konferansê bûn. Piştî rêzgirtinê hilbijartina dîvanê hat kirin. Derbarê têkoşîna 40 salî de sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
'SALA 2019'AN JI BO JINAN BÛ SALA BERXWEDANÊ' 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan axaftina vekirinê ya konferansê kir û bal kişand ser pêvajoyê. Gokkan, diyar kir ku sala 2019'an ji bo jinê saleke bi berxwedan bû û got: "Li seranserê Rojhilata Navîn jin li ber xwe dan. TJA mîrateya dîrokê ye û berxwedana sedsalê îro jî didomîne. TJA xwedî li ax, dîrok û serokê xwe derdikeve. TJA ji bo rêxistinbûna jinê ya bakurê Kurdistanê hat avakirin lê belê niha li cîhanê bûye dengê hemû jinan. TJA xwe gihand hemû jinên cîhanê. Xwestin hebûna me qedexe bikin lê belê em bi perspektîfa Kurdistanî û paradîgmaya birêz Ocalan li dijî qedexan derketin. Em bi vê paradîgmayê têkoşîna xwe mezin dikin."
 
'JINAN TU CARÎ XAYÎNTÎ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA XWE NEKIRINE' 
 
Ayşe Gokkan, destnîşan kir ku êrîşên zîhniyeta serdest a mêr tu carî nasnakin û wiha axaftina xwe domand: "Jin, di paşeroj û pêşerojê de tu carî li hemberî têkoşîna xwe  xayîntî nekir. Jinên kurd ên Kurdistanê di serdema neolîtîkê de heta niha xayîntiyê li hemberî têkoşîna xwe nekirine. Em serî natewînin û em dev jî têkoşînê bernadin. Em tu carî serî li hemberî tifaqa AKP û MHP'ê natewînin. Li hemberî destkeftiyên me êrîşek heye lê belê em ê heta dawiyê ji destkeftiyên xwe biparêzin. Em nahelin ku destkeftiyên me bên xespkirin. Heta ku statuya Gelê Kurd neyê nasîn û Rêberê Gelê Kurd azad nebe rêxistinbûnek pêk naye. Ji ber vê sedemê jin dê ji bo ji holê rakirina tecrîda li hemberî birêz Ocalan dê her dem li ser piya bin. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan tê wateya şîdeta li hemberî Gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê." 
 
'ÊRIŞÎ PERGALA HEVSEROKATIYÊ DIKIN'
 
Ayşe di axaftina xwe de qala pergala hevserokatiyê kir û wiha got: "Zîhniyeta serdest a mêr êrîşê pergala hevserokatiyê dike. Pergala hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyeke girîng e. Em wekî TJA'yê em ê her tim pergala hevserokatiyê biparêzin. Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Têkoşîna me dê heta dawiyê bidome."
 
PEYAM XWENDIN
 
Piştî axaftina Ayşe  Gokkan, peyamên Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Çaglar Demîrel û Nurhat Altun ya ku ji girtîgeha Kandirayê hatibû şandin ji hêla parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag ve hat xwendin. Siyasetmedarên jin bi peyama xwe silavên xwe ji konferansê re şandin û bal kişandin ser girîngiya konferansê ya ji bo têkoşîna jinê.  Piştî peyama siyasetmedarên jin ên girtî hevseroka SKP'ê Canan Yuce axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîna jinê. Canan, da zanîn ku dîroka têkoşîna jinê qedim e û wiha axivî: "Em ê bi hêza xwe yê dîrokê dê li qadan bin û tu carî serî natewînin. Ji Şîliyê heta Rojava, ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê dê têkoşîna jinê bi ser keve. Em ê li dijî şîdeta li hemberî jinê berxwedana xwe bidomînin. Em ê dengê jinê yên hemû qadan bighînin hev û têkoşîna xwe bidomînin. Em wekî SKM'ê hêza xwe ji têkoşîna li vir digirin. Dê her tim berê rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê jî li vir be. Sekna jinan a li vir dê têkoşîna jinên cîhanê jî ronî bike."
 
Li ser navê Tifaqa Jinan a Kurd Duysal Karataş jî bi gotina "Ey Kurd no eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek" dest bi axaftinê kir û diyar kir ku ji bo yekitiyeke xurt dê têkoşîna xwe bidomînin. Duysal, destnîşan kir ku li dijî şîdet û êrîşên li hemberî jinên kurd divê sekneke bi rêxistinê li pêş bikeve. Duysal, herî dawiyê got divê jin bibin pêşengên avakirina yekitiya kurd. 
 
Konferans, ji çapemeniyê re girtî didome.