Berteka ji bo pêşnûmaya efûkirina faîlên îstismarê: Şerm e

  • jin
  • 09:01 31 Çile 2020
  • |
img

STENBOL - Pêşnûmaya ji bo efûkirina faîlên îstismarê di komîsyonê re derbas bû û şandin Meclîsê. Welatiyan destnîşan kir ku li meclîs nîqaşkirina pêşnûmayeke bi vî rengî şermeke mezin e. 

Pênûmaya qanûnê ya ji bo efûkirina faîlên îstismarê di 16'ê Çileyê de ji meclîsê re hat şandin. Wezaretê Dadê Abdulhamît Gul, ji bo pêşnûmayê gotibû: "Ji hêla teknîkî ve me lê mêze kir. Êdî biryar a meclîsê ye". 
 
Pêşnûmaya efûyê di bin navên wekî "kêmkirina ceza yê bi şertî û verastkirina înfazê" tê derpêşkirin. Çendî ku bi îfadeyên teknîkî ser wê bê girtin jî, lê belê heger ev pêşnûma bibe qanûn wê hin sûcdar bên berdan. Li Stenbolê welatiyan destnîşan kir ku li meclîs nîqaşkirina pêşnûmayeke bi vî rengî şermeke mezin e. 
 
‘BILA KESÊN ÎSTISMARÊ DIKIN NEYÊN EFÛKIRIN' 
 
Mîne Ozdemîr, anî ziman ku ev ji bo kesên îstismarê dike wekî xelatekê ye û got: "Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê kesên sûcdar bi vî awayî neyên xelatkirin". 
 
Rûhsar Eroymak got: "Ji destpêkê ve ez li dijî vê me. Qebûl nakim. Bila bi vî awayî dest nedin zarokên me. Bila pêşeroja wan tarî nekin. Zarokên me ji bo me pir biqîmet in". Eroymak a 70 salî anî ziman ku temenê zarok çi dibe bila bibe divê neyên zewicandin û divê bi qanûnan neyê rewakirin. Eroymak, got: "Di heyata xwe de tiştên min qet nebihîstine niha dibihîsim. Bila kesên zarokan îstismar dikin neyên efûkirin". 
 
‘NÎQAŞKIRINA WÊ BI XWE JÎ ŞERM E' 
 
Mehmet Çigir jî got: "Bi tu awayî nayê qebûlkirin. Xwedê neke. Divê hikûmet tiştekî wiha neke. Bi ya min cihê kesên wiha tenê girtîgeh in. Li Meclîsê nîqaşkirina tiştekî wiha bi xwe şermeke mezin e". 
 
Mûsa Ûysal jî destnîşan kir ku ew qanûneke wiha naxwazin û got: "Zarokên me pêşeroja me ne, pêşeroja vî welatî ne. Zarokên dê û bavê wan mirine hene. Belkî hin dê û bav qebûl nekin, lê wê zarokên êtim çi bikin? Em zewicandina zarokan a bi tecawizkaran re qebûl nakin. Divê qanûneke wiha li meclîsê neyê nîqaşkirin".