Danişîna Muzeyyen Boylû hat taloqkirin

  • jin
  • 16:33 27 Çile 2020
  • |
img
AMED – Bersûc û parêzerên wî beşdarî danişîna parêzer Muzeyyen Boylû ya ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin nebûn. Parêzerên Boylû gotin ji bo danişîn dirêj bibe beşdarî danişînê nebûne. 
 
Danişîna sêyemîn a doza parêzer Muzeyyen Boylû ya ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc Issi û parêzerên wî beşdarî danişînê nebûn. Hat gotin bi hênceta Issı li nexweşxaneyê dermankirina derûnî dibîne beşdar nebûye û parêzerê wî jî ji ber beşdarî dozek din bûye beşdar nebûye. Parêzerên parêzer Muzeyyen Boylû di danişînê de amade bûn. Parêzerên ji gelek bajaran hatin, rêveberên ÎHD’ê, OHD’ê û wekîlên HDP’ê jî doz şopandin. 
 
Parêzerên Boylû di danişînê de gotin ji bo danişîn dirêj bibe beşdarî danişînê nebûne.
 
Dadgehê dewama girtina bersûc Issi da û danişînê taloqî 23’yê adarê kir.