Beriya danişîna doza Ceren Damar jinan daxuyanî dan: Êdî bes e!

  • jin
  • 11:03 24 Çile 2020
  • |
img

ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê beriya danişîna doza Akademisyen Ceren Damar Şenel a ji aliyê Hasan İsmail Hikmet ve hat kuştin, daxuyanî dan û gotin: "Em ji bo Ceren Damar û hemû jinên hatin kuştin edaletê dixwazin. Em dibêjin êdî bes e." 

 
Platforma Jinan a Enqereyê beriya danişîna doza kuştina Akademîsyen a Zanîngeha Çankayayê Ceren Damar Şenel a ji aliyê Hasan İsmail Hikmet ve hat kuştin, li pêş edliyê daxuyanî dan. Danişîna doza dê li 33’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Beriya danişînê Platforma Jinan daxuyanî dan û xwest ev rewş bi dawî bibe. Li ser navê Platformê Betul Koca daxuyanî da û bertekên xwe yên li dijî darazê anîn ziman. Koca anî ziman ku Ceren di 3'ê Çileya 2019'an de ji aliyê xwendekarê Zanîngehê yê pola 4'an Hasan İsmail Hikmet ve hat kuştin û wiha got: "Ceren Damar ji ber erka xwe pêk anî ji aliyê xwendekarekî mêr ve hat kuştin. Mêr vê hêza xwe ji polîtîkayên AKP'ê yên dijminantiya jinê distîne. Ji bo kuştina jinan bi dawî bibe em bang li hemû jinan dikin ku bi hevre di nava piştevaniyê de bin. Em ji bo Ceren Damar û hemû jinên hatin kuştin edaletê dixwazin. Em dibêjin êdî bes e. Em îro ij bo Ceren Damar li vir in û edaleta rast dixwazin." 
 
Platform piştî daxuyaniyê derbasî salona edliyê bûn.