'Jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî wê rola pêşengtiyê bilîzin’

  • jin
  • 09:03 24 Çile 2020
  • |
img

WAN - Emdama MYK’a DBP’ê Hatîce Kiye û aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz, xebatên xwe yên derbarê yekitiya neteweyî ya kurd de û Komxebata Yekitiya Neteweyî ya li Amedê hat lidarxistin nirxandin û gotin: “Jinên kurd wê di xebatê de rolê pêşengtiyê bigirin ser milê xwe.”

Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên yekitiya neteweyîya Kurd carek din ket rojevê. Di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê û Ewropayê gelek xebatên ji bo yekitiya neteweyî hatin kirin. Herî dawî li Amedê, di navbera 18 û 19’ê Çile de, Komxebata Yekitiya Neteweyî hat lidarxistin. Emdam MYK’a DBP’ê Hatîce Kiye û aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz, xebatên xwe yên derbarê yekitiya neteweyî ya kurd de û Komxebata Yekitiya Neteweyî ya li Amedê hat lidarxistin nirxandin û diyar kirin ku jinên kurd wê di vê xebatê de rolê pêşengtiyê bigirin ser milê xwe.
 
Endama MYK’a DBP’ê Hatîce Kiye, anî zanîn ku ji bilî yekitiya neteweyî ji bo kurdan tu rêyek din nemaye û da zanîn ku DBP’ê di kongreya xwe de ji bo yekitiya neteweyî gelek biryarin girîng girtin. 
 
'JIN WÊ JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ PÊŞENGTIYÊ BIKIN’
 
Kiye, bal kişand ser êrîşên li dijî jinên kurd, têkoşîna jinên kurd û destketiyên jinên kurd û wiha axivî: “Jinên kurd wê ji bo yekştiya neteweyî pêşengtiyê bikin. Nîva civaka ji jinan pêk tê. Divê jinên kurd jî di vê pêvajoyê de xwedî destkeftî, çand, ziman û neteweya xwe derbikivin. Jinên kurd, pêşengtiya hemû jinan kiriye. Divê jinên kurd pêşerojeke xweş a avakirina Kurdistanê ji zarokên xwe ava bikin. Jin ji bo avakirina yekitiya neteweyî civînan, panelan û konferansan li dar dixin. Jinên kurd heya roja îro, tişta ku danî pêşiya xwe bi cih aniye. Ji vir û şûnde jî wê xebatên xwe yên kongreya neteweyî bi rêve bibin. Di vê mijarê de Rojava mînaka herî girîng û vekiriye. Di rojên pêş de, mînakên pratîka me derbikevin holê.” 
 
'DI YEKITIYA NETEWEYÎ DE FAKTORA HERÎ GIRÎNG ZIMAN E’
 
Kiye, dest nîşan kir ku di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de faktora herî girîng ziman e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê divê jin û zilamên kurd ziman fêrî zarokên xwe bikin. Lazime ku zanebûna yekitiya neteweyî ji zarokên xwe dest pê bikin. Ger em zimanê xwe zanibin, emê wisan karibin xwedî li neteweya xwe jî derkevin. Ez di wê baweriyê deme ku sedsala 21’emîn wê bibe destkeftiyên mezin gelê kurd.” 
 
'KOMXEBATA BI HÊVÎ BÛ’
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz jî, têkildarî xebatên yekitiya neteweyî axivî û wiha got: “Li dijî înkar, îmha, kedxwarî û polîtîkayên xespê divê me bibin yek. Ji derveyî vê tu rêyeke me ya din tuneye. Xebatên heya niha ji bo yekitiya neteweyî hatin kirin pir girîng bûn. Nêrîn, zayend û bawerî çi dibe bila bibe, divê ev cudabûn bi hevre bê dewlemendkirin. Komxebata li Amedê hat lidarxistin, bi hêvî bû. Lê divê xebat baş bên kirin û her pêngav bên şopandin.” 
 
'JIN WÊ JI BO YEKITIYÊ BI ISRAR BIN’ 
 
Kaçmaz, diyar kir ku jinên kurd rola têkoşîna jiyana azad girtine ser xwe û wiha bilêv kir: “Emê ji bo yekitiya neteweyî jî heman rolê bigirin ser milên xwe. Îro şerekê mezin l ser dewlemendiyên Rojhilata Navîn hene. Herî zêde jin ji vî şerê bandor dibin. Ji ber erk û berpirsiyartiya avakirina demokrastiya civakî ya jinan, divê di navbera hemû parçeyên de, diyalog bên pêşxistin, xebatên hevpar bên kirin û tevna rêxistinkirinê bê pêşxistin. Di qadên civakî, siyaset, aborî, perwerde, tenduristî, hawêrdor û aştiyê de perspektîfek hevpar bê pêşxistin.” 
 
MA / Dîndar Kiliç - Cemîl Ûgûr