'Li dijî tecrîdê tim têkoşîn'

  • jin
  • 14:45 21 Çile 2020
  • |
img

ENQERE - Di encamnameya Konferansa Jinan a HDP'ê de wiha hat gotin: "Ji bo pêşketina aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rolê sereke dilîze. Ji ber vê li dijî tecrîda li ser Ocalan emê tim bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin." 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya 3'emîn Konferansa xwe ya Jinan a Asayî ya bi şîara "Em di azadiyê bi israrin, di têkoşînê de bi biryaran" ya di navbera 18 û 19'ê Çile de, li dar xist ji raya giştî re aşker kir. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Konferansa me bi coş û biryardariya mezinkirina têkoşîna jinan a yekbûyî bi dawî bû."
 
Li gel bîranîna şoreşgerên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, di encamnameyê de di şexsê Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak de hemû hilbijartiyên dîlgirtî hatin silavkirin.
 
Di encamnameyê de her wiha ji Rojava heta Şîlî, ji Hindistanê heta Îranê û Sûdanê berxwedan û têkoşîna jinan, bindestan a li dijî birçîbûn, xizanî, bêkarî, tundî, destavêtin, mêtingerî, talana ekolojîk hate bibîrxistin û hate gotin, "Li dijî van êrişên piralî em dibêjin, jin tê wateya jiyanê. Em, parçeyek ji têkoşîn û parastina jiyana azad û demokratîk in, ji bo xurtkirina têkoşîna hevgirtî em avakirina tevna enternasyonal a jinê datînin pêşiya xwe."
 
AKADEMIYÊN JINÊ Û HÊZÊN XWEPARASTINÊ
 
Di encamnameyê de hate gotin, "Herêm û welatê me di nava dorpêçiyeke kujer a şer de ye. Konferansa me tespîta wê yekê kir, ku hêzên sermayeya global û dîktatorên herêmê yên statukoparêz ên li pey têkoşîna hegemonyayê ne, ji bilî zext, zilm, tundî, komkujî, serdestiya mêr û şer tiştekî din pêşkêşî jinan nakin. Yek ji alternatîfên çareseriyê li ber me ye, modela Rojava ye ku barbariya DAÎŞ'ê û hêzên herêmê yên emperyal têk bir û bi şoreşa jinê, destûra bingehîn a jinê, meclîsên jinê, akademiyên jinê û hêzên xweparastinê yên jinê civaka serdestiya mêr veguhert."
 
TUNDIYA ZAYENDÎ Û DESTAVÊTIN
 
Di encamnameyê de hate ragihandin ku li gel tundiya mêr a li Kurdistanê her wiha bi polîtîkayên şerê taybet êriş li jinan û jin ên ciwan tên kirin û hate gotin, "Li Mêrdîn, Çewlik û Dersimê bi teşwîqa dewletê bûyerên destavêtin, tundiya zayendî yên bi destê dewletê rû dan ku ev yek polîtîkaya şerê taybet e. Bi rêya van polîtîkayan hewl didin jiyanê li jinên Kurd teng bikin, her wiha bi modela qeyûman tevna piştevaniya jinan ji holê rakin, hevserokatî û mafê me yê temsîliyeta wekhev krîmînalîze bikin. Modela hevserokatiyê xeta me ya mor e ku me li saziyên xwe yên partiyê hemûyan bi cih kirine. Em ê ji îdîaya xwe ya 'partiya jinê' gaveke bi tenê jî paşve neavêjin."
 
TECRÎDKIRINA OCALAN
 
Di encamnameyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in bi rengekî bênavber di nava tecrîda mutleq de ye û hate gotin, tevî ku tecrîd bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ji holê hate rakirin, lê belê bi koalîsyona şer a faşîst ji nû ve kete meriyetê.
 
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ew têkoşîna li dijî tecrîdê weke beşek jêneveger a têkoşîna li dijî polîtîkayên tundî, tekperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê dibînin û têkbirina tecrîdê weke armancekê danîne pêşiya xwe.
 
SALA 2020'AN WÊ JI BO JINAN BIBE SALA SERKETINÊ
 
Di encamnameyê de hate gotin, "Em hîn bêtir mezin dibin, dibin yek, di serî de li Tirkiye û Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn û her deverê armanca xwe ya avakirina tevna enternasyonal a jinê her roj şênber dikin. Em careke din vê îdîa û biryardariya xwe dubare dikin, 2019 sala berxwedanê bû, 2020 wê ji bo me bibe sala serketinê."
 
Di encamnameyê de çend ji biryarên hatin wergirtin hatin parvekirin. Li gorî vê yekê;
 
"Têkoşîna li dijî tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinê wê bê mezinkirin.
 
Li dijî siyaseta mêtingeriyê, dagirkeriyê û qeyûm wê têkoşîna parastina destketiyan bê xurtkirin.
 
Navenda bîrê û akademiya siyasetê ya jinê wê bê avakirin.
 
Tevna piştgiriya jinê ya enternasyonal wê bê avakirin.
 
Têkoşîna li dijî tecrîdê wê bi biryardarî bê meşandin.
 
Kampanyayên ji bo azadiya jinên girtî wê bên birêxistinkirin.
 
Budçeya jinan bê avakirin.
 
Li dijî xizaniya jinê wê polîtîka bên afirandin û çareserî bên destnîşankirin.
 
Têkoşîna ekolojiyê wê were xurtkirin.
 
Piştgiriya bi jinên koçber û penaber re wê were xurtkirin.
 
Li dijî serdestiya mêr a li nava partiyê wê pîvanên jinê bên bi bandorkirin.
 
Meclîsên Jinan ên Ciwan wê werin avakirin."