Taşdemîr banga tevlîbûna HDP'ê li jinan kir

  • jin
  • 13:03 21 Çile 2020
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku di 3'emîn konferansa jinê de wan nîqaşên têr û bi hêz kirine û wiha got:"Tevî êrîşan jî jinên ku pêşengiya guhertin û serîhildanê dikin hene. Di demeke her du rastî hevdu zindî dikin de me konferans pêk anî."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em ji bo azadiyê bi israr, ji bo têkoşînê bi biryar in" di 18-19'ê ê Çileyê de bi beşdarbûna 400 jinî 3'emîn Konferansa Jinê pêk anî. Di konferansê de bi nîqaşên ku hatin kirin nexşerêya têkoşîna jinê ya serdema nû hat destgirtin. Her wiha di konferansê de pêşniyariya "Pêdiviya jinê ya ji bo têkoşîna enternasyonel" derket pêş. Di heman demê li ser polîtikayên îktidarê yên wekî zêdekirina tundiyê, komkujiya li ser jinê, îstimara li dijî zarokan hat rawestandin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr derbarê nexşerêya têkoşîna jinê ya serdema nû ya di konferansê de hat nîqaşkirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'HDP PEŞENGIYA GUHERTINA CIVAKÊ DIKE' 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku beriya konferansê li 7 herêman civînen xweser ên jinan li dar xistine û wiha got: "Di 5 salên dawîn de li dijî daxwaza azadiyê ya kurdan û têkoşîna demokrasiyê êrîşên topyekûn hatin kirin. Em bi êrîşên ji bo tunekirina fikra HDP'ê re rû bi rû ne. Me di civînê de weke jin sekna xwe ya li dijî van êrîşan nirxand. Dewlet di navbera xwe û zilam de peymanên nû çêdike. Di vê peymanê de ji jinan re dayikbûn û kolebûn tê veqetandin. li dijî vê rêbazê jî daxwaza guhertina civakê heye. Mirov naxwazin bi yek mirovî bêne birevebirin. Di vê mijarê de jin pêşengiya daxwaza guhertina civakê dikin."
 
'JIN DI NAV TÊKOŞÎNÊ DE NE'
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku daxwaza azadiyê ya jinan civakî ye û ev tişt anî ziman: "Ji bo vê yekê jin di civakê de di nav têkoşînê de ne. Ji ber vê yekê desthilatê herî zêde jinan ji xwe re wek gef dibîne. Li dijî serhildêrî û têkoşîna jinê mudaxaleyên micid hene. Îro AKP'eyek ku dixwaze tecawizê qanûnî bike heye. Mirov vê yekê qebûl nakin û napejirînin. Ji bo ku ev yek di civakê de bê qebûlkirin AKP derfetan hildiberîne. Di nav hewldanên avakirina destûra ji bo vê yekê de ye. Li Kurdistanê ji bo vê polîtîkayeke taybet a dewletê heye. Ji ber vê sedemê li Kurdistanê jin ji aliyê erkdaran AKP'ê ve dibin hedef. Weke jinên HDP'ê me van mijaran girte dest û li ser wan nîqaşan kir."
 
‘TÊKOŞÎNA JINÊ YA ENTERNASYONAL’
 
Taşdemîr, bal kişand ser têkoşîna jinê ya enternasyonal û wiha pê de çû: “Ji bo rêxistinkirina têkoşîna jinê ya enternasyonal gelek nîqaş û pêşniyar hatin kirin. Dema ku em li Tirkiyeyê mêze dikin, bi taybetî ramanê HDP’ê enternasyonale, ji ramanên cuda re vekiriye, ramanekê ku hemû jinên Rojhilata Navîn bibin yek dinava xwe de dihewîne. Îro hewl tê dayîn ku vê ramanê tune bikin û tenê bi hêlin. Jin bi polîtîkayên cuda bike û bi rêve bibe re rû bi rû ne. Ji ber vê têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê qadên têkoşînê ye. Divê em bi hevre îtîraz bikin û em bi hevre têbikoşin. Pêwîstiya me bi vê yekê heye û Meclîsên me yên jinan wê di vê demê de têkoşîna enternasyonal ji bo xwe mînak bigirin.”
 
YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURD
 
Taşdemîr, dest nîşan kir ku weke Meclîsa Jinê ya HDP’ê ewê rol û mîsyona xwe ya Yekitiya Neteweyî ya Kurd jî bi cih bînin û wiha domand: “Dewletên heyî û hêzên kevneperest, di hemû êrîşên xwe de jinên kurd û civaka kurd dikin hedef. Hewl didin dest danîn ser destkeftiyên wan. Dixwazin ziman, erdnîgarî û hebûna kurdan talan bikin û tune bikin. Tu cudahiyê naxin navbera kurdan. Bi awayekî giştî êrîşı destkeftiyên kurdan dikin. Divê kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta xwe derbixin holê, bi awayekê hevpar tevbigerin û zemîneke têkoşînê ya hevpar ava bikin. Heya ku em vê ava nekin, em tim qesl bin.”
 
‘ME REXNEDAYÎNA XWE DA’
 
Taşdemîr, behsa girîngiya konferansa li dar xistin kir û wiha got: “Îro jin bi xizantî, tundî û îstîsmarê re rû bi rû dimînin. Weke Meclîsa Jinê me di konferansê de rexnedayîna vê yekê da. Di 5 salan de me nekarî em li dijî polîtîkayên zextan berxwedanê civakî bikin. Her roj zayindperestî tê kirin. Li ser televîzyon û rojnameyên vê dikin. Herî zêde Serokkomar vê yekê dike. Dema ku jin tên qetilkirin, berpirsiyartiya xwe ya siyasî bi cih nayîne. Lê Serokkomar ji bilî vê derbarê wergirtin, ger û bedena jinê de her tiştî dibêje. Êdî hin tişt veguherîne fetwayan. Lê ligel vê jî me hemû kurt û kêmasiyên xwe girtin dest û nirxandin.”
 
‘TECRÎD MIJARA ME YA SEREKE BÛ’
 
Taşdemîr, da zanîn ku tecrîd mijara wan a sereke bû û wiha rêz kir: “Li dijî Birêz Ocalan ev 21 rojin tecrîdek girankirî heye. Ev tecrîd jî bi awayekê tundiyê li jinan vedigere. Ev yek, siyaseta şer, siyaseta dagirkeriyê û siyaseta mêtingeriyê di pirsgirêka Kurd de zêdetir dike. Ji ber vê birêz Ocalan ji bo têkoşîna jinan xwedî mîsyoneke pêşengtiyê ye. Ocalan êdî bûye navnîşana aştî û çareseriyê ya pirsgirêka kurd. Ji bo rakirina tecrîdê û azadkirina Ocalan nîqaşên girîng di konferansê de hatin kirin.” 
 
‘EM BANGA YEKITIYÊ LI JINAN DIKIN’
 
Taşdemîr, pêvajoya heyî bi bîr xist û ev bang li jinan kir: “Em dixwazin ku Komîsyona Jinan û Meclîsa Partiyê derbixin holê. Li 7 herêman komîsyonên me hene. Hevalên me hewz avakirin û serlêdan tên kirin. Em ji vê derê carek din bang li hemû jinan dikin ku werin em di HDP’ê de ji nû ve di siyasetê bicivin. Em li bendêne ku jin biçin avahiyên partiya me û serî li komîsyonê pêwendîdar bidin. Hemû jin dikarin di vê pêvajoyê de bi me re tevbigerin. Werin em hîn zêde rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Ji bo ku em di serdema nû de cihê xwe di têkoşîna rêxistinbûyînê de cih bigirin. Ji ber vê em banga yekitiyê û bi hevrebûnê li hemû jinan dikin.”