Prz. Yilmaz: Di bin navê "zewacê" de ser tecawizê nayê girtin

  • jin
  • 10:37 21 Çile 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Prz. Gunselî Kaya, bertek nîşanî sererastkirina "efûya bi rêya zewacê" ya ji bo faîlên ku li dijî zarokan sûcên destdirêjî û îstîsmarê kirine da û diyar kir ku nîqaşa efûyê yek ji amûrên  meşrûkirina modela civaka ku AKP dixwaze ava bikeye.

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di 16'ê Çileyê de diyar kiribû ku di nav çend hefteyan de Duyemîn Pakêta Darazê ku weke "pakêta efûyê" tê zanîn û sererastkirinên mîna înfaz û nefaqeyê dihewîne nav xwe, dê bînin Meclisê. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî weke ku Erdogan xwestibû diyar kiribû ku dê di 6 cureyên sûcên mîna (teror, sûcên dubere, îstîsmara zayendî, hişbir, kuştina bi zanebûn û sûcên organîzeyî) de daxistin çênebe. Sererastkirina "efûya bi rêya zewacê" ya ji bo faîlên ku li dijî zarokan sûcên destdirêjî û îstîsmarê kirine, rastî bertekên tund tê. 
 
Endama Rojeva Mafê Mirovan Parêzer Ozlem Yilmaz, têkildarî sererastkirinê axivî û diyar kir ku ev sereraskirin ji bo raborî, îro û pêşerojê tê wateya efûya îstîsmarkarên zarokan û wiha got: "Wê tu sererastkirinek ku efûyê ji îstîsmara zayendî re tîne ji hêla wijdan û hiqûqî ve di civakê de neyê qebûlkirin. Di bin navê "zewacê" de wê ser tecawizê neyê girtin."
 
'EM Ê DESTÛR NEDIN'
 
Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Parêzer Gunselî Kaya jî diyar kir ku ji bo ku pergala baviksalarî bê domandin dixwaze jinê bike koleya zilam û wiha got: "Nîqaşa efûya ji bo îstîsmakarên zarokan yek ji amûrên  meşrûkirina modela civaka ku AKP dixwaze ava bikeye. Evs sererastkirin maf dide zilam ku kîjan demê bixwaze dikare tecawizê bike. Jin û zarokên ku bi vê rêyê bizewicin dê qet vîna xwe ya azad bi kar neynin. Heke zilam tecawizî zarokeke 9 salî bike dê wê ji xwe re bike kole û wê bi qanûnî neyê cezakirin jî. Em ê qet destûrê nedin vê yekê."
 
MA / Esra Solin Dal