Jin: Em ê hêviya xwe mezin bikin û têbikoşin

  • jin
  • 11:20 19 Çile 2020
  • |
img

ENQERE – Beşdarên Konferansa 3’yemîn a Jinan a HDP’ê gotin: “Em ê rêxistinkirina xwe mezin bikin û em ê bikin ku îsal bibe sala jinan.” 

 
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr in û di têkoşînê de bi biryar in” Konferansa 3’yemîn a Jinan li dar xist. Konferans dê di roja duyem de dewam dike. Ji gelek deverên Tirkiyê 400 jin beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de coşa jinan hêjayî dîtinê bû. Jin li ser mijarên jin di sala 2020’an de rêxistinbûyîn, mezinkirina têkoşînê û li dijî êrişên ser destkeftiyên  jinan têkoşîna hevpar gengeşe dikin. 
 
Jinên beşdarî konferansê bûn gengeşeyên dikin ji ajansa me re nirxandin. 
 
Fatma Çelîk a ji Samsûnê beşdarî konferansê bû diyar kir ku dema jin li gel hev in gengeşeyên bbi kelecan û coş dikin û got: “Me salek zextên li ser jinan zêde bûn li pey xwe hişt. Bi îqtîdara AKP’ê re zext û êrişên li dijî jinan zêdetir bûne. Ev pêvajoya zextên li ser jinan tê kirin didome.” 
 
‘HDP NAVNÎŞANA JINAN E’ 
 
Çelîk anî ziman ku di her serdema dîrokê de jin bûne pêşengên civakê û muxalefetê û wiha got: “Di serdema pêşiya me de tevî hemû zextan jî wê jin li qadan bin. HDP navnîşana jinan e û cihê têkoşîna jinan e. Em ê wek jinan xwedî li partî û saziyên xwe derkevin. Em di konferansê de bi berfirehî li ser xurtkirina sazî û têkoşînên xwe axivîn.” 
 
‘EM Ê HER BÊJIN JIYAN JIYAN AZADÎ’ 
 
Dîlek Yilmaz da zanîn ku îqtîdar di roja îroyîn de hem bi awayek bîrdozî û hem jî bi awayek siyasî li ser bedena jinan siyasetê dike û got: “Em vê yekê bêtir li qadan dibînin ku tundî li jinan tê kirin. Hem dewlet, hem polîs û hem jî zilam bi tundiya xwe derdikevin pêşiya me. Lê tevî van hemûyan jî bi moral in. HDP ji bo hemû jinan û tevahiya civakê navnîşana hêvî û bendewariyan e. Dînamîka bingehîn a HDP’ê jin in. Dê jin qet û qet dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê her bêjin jin jiyan azadî. Em ê di 2020’an de mafên xwe biparêzin. Jin û tevgerên jinên Tirkiyê tişta ku ji şoreşa Rojava fêr bûne dê bi wê coşê hêviya xwe mezin bikin.” 
 
‘EM Ê RÊXISTINKIRINA XWE MEZIN BIKIN’ 
 
Muazzez Tore jî anî ziman ku ji bo HDP’ê sala 2019’an sala rêxistinbûyînê bû û wan salek ku jin li cîhanê rêxistinbûyîna xwe û têkoşîna xwe mezin kirine hiştine. Tore ji bo têkoşîna jinan wiha got: “Sala 2020’an dê bibe sala jin hin bêtir xurt in û dê jin bigihîjin serkeftinê. Em div ê baweriyê de ne. Konferansa me maneyek wiha li xwe bar kiriye. Rêxistina me li dijî faşîzmê xwe mezin dike. Em ê rêxistinbûyîna xwe mezin bikin û em ê bikin ku îsal bibe sala jinan”. 
 
‘EM Ê TORA JINAN A ENTERNASYONEL AVA BIKIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî da zanîn ku konferansa wan bi kelecanek mezin dest pê kir û wan di konferansê de her cûre têkoşîna jinan nîqaş kirine û got: “Em ê sala 2020’an bikin sala jinan. Em tora jinan a enternasyonel ava bikin.” 
 
'EM Ê BIBIN DENGÊ BERXWEDANA JINAN’ 
 
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce jî bal kişand ser têkoşîna jinan a heta îro û dê ji niha şûn ve jin çawa xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Em ê hem li welat hem jî li derveyî welat bibin dengê berxwedana jinan.”
 
MA / Bêrîvan Altan - Zemo Aggoz