‘Armanc veşartina tecawizê ye'

  • jin
  • 09:10 19 Çile 2020
  • |
img

AMED - Endama Navenda Mafên jina ya Baroya Amedê Parêzer Muzzeyan Nergîz, ji bo pêşnûmaya qanûnî ya efûyê ya derbarê 'destavêtina' zarokan û zewicandina bi kesê 'dest avêtiye zarokan re' got, armanc sergirtina 'destavêtinê' ye. 

 
AKP'ê cardin pêşnûmaya derbarê 'destavêtina zarokan' xist rojevê. Li gor vê pêşnûmaya navbirî, heger kesê 'dest avêtiye zarokan' bi zarokê mexdûr re bizewice wê cezayê wî bê taloqkirin. 
 
Bertekên li hemberî vê pêşnûmayê didomin. Nexasim jî saziyên jinan û hiqûqnas bi hinceta wê bi vê pêşnûmayê re destavêtina li zarokan zêdetir bibe, li ber radibin. 
 
Endama Navenda Mafên jina ya Baroya Amedê Parêzer Muzzeyan Nergîz, pêşnûmaya navbirî nirxand. 
 
XALÊN KU AYM'Ê BETAL KIRIBÛN 
 
Nergîz, bibîr xist ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) demek berê du xalên betal kiribûn û got: "Di sûcên zayendî de heger di navbera mexdûr û bersûc de ji 5 salan zêdetir ferq hebûna ceza dihat zêdekirin. Lê belê AYM'ê ev xal betal kiribû. A rast ev efûyeke qismî bû. Yanî ji bo vê hêdî hêdî hin tişt hatibûn kirin. Xala din jî mara dînî ya beriya mara fermî bû. Ev xal zarokan diparast û bi awayekî pêşî li ber zewaca di temenên biçûk de digirt. Lê belê AYM'ê di vî warî de jî bi paş ve gav avêt. Lewra zarokên ku di warê fermî de temenê wan ji bo zewicandinê ne guncan e, li ber mara dînî jî astengiyeke biçûk bû. Lewma pergaleke ku radibe zewaca di temenên biçûk de teşwîq dike û qanûnên rê li ber vê digirin betal dike, nikare bêje 'ez mafên jinan diparêzim, hewl didim jin û mêr wekhve bin, pêşî li ber şideta jinê digirim'. Çimkî zewca di temenên biçûk de rasterast şidet e, destavêtin e". 
 
Parêzer Nergîz, destnîşan kir ku heger di sûcên destavêtina zarokan de mexdûr û kiryar bizewicin, wê sererastkirina taloqkirin ceza ya navbirî, rîska ji bo zarokên temenê wan 13 û di biniya 13'an de zêdetir bike. 
 
'ARMANC SER GIRTINA DESTAVÊTINÊ YE'
 
Nergîz, got: "A rast zewaca bi kesên destavêtin kirine re bi awayekî fiîlî pêk tê. Gava zarokên 15-18 salî ji bo ducaniyê diçin saziyên tenduristiyê, destavêtin aşker dibe. Tê famkirin ku ev zarok bi awayekî xeyrî fermî hatine zewicandin û ducanî bûne. Lê belê ev yek di qanûnê de ji bo zarokên 15-18 salî bi 'gilîkirina' malbatan ve hatiye girêdan. Heger malbat gilî neke wê ceza neyê birîn. A rast di fîêliyatê de ev zarok tên zewicandin. Yanî ev rewşa ku ji bo zarokên di ser 15 salan re pêk tê, niha bi vê pêşnûmayê tê xwestin ji bo zarokên di biniya 15 salan re jî pêk bê. Em baş dizanin, di gelek dosyeyan de temenên zarokên 14-15 salî yên mexdûr tê mezinkirin. Mixabin di vê yekê de jî bi ser dikevin û bi vê pêşnûmayê re pir aşkere ye ku zarokên di biniya 13 salan re hedef tên girtin. Divê mirov bibîne ku bi vê pêşnûmayê re ser destavêtina zarokên 11-13 salî tê girtin. Necazekirina vê destavêtinê, tê wateya zêdebûna destavêtinê". 
 
Parêzer Nergîz, destnîşan kir ku heger ev pêşnûma bibe qanûn wê di warê mafên zarok û jinan de rageşiyeke mezin çê bibe û got: "Ji xwe bertekên saziyên jinan didomin. Lê belê niha li holê pêşnûmayeke berbiçav naxuyê. Heger bertek bi vî awayî bin bawer nakim ev pêşnûma bê qebûlkirin". 
 
‘EM Ê NEHÊLIN' 
 
Nergîz, destnîşan kir ku wê parêzvanên mafên jin û zarokan nehêlin pêşnûmaya ku rê li ber zewicandina zarokên mexdûr vedike pêk bê û got: "Li vî welatî ji bo mafên jin û zarokan neyên binpêkirin û ji dest neçin, jin xwe dikin mertal. Em ê nehêlin ev pêşnûmaya ku rê li ber zewicandina zarokên mexdûr vedike pêk bê". 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel