Midûrê zilam tayînê navenda jinê kirin: Tabela daxistin, kirin qehwexan e

  • jin
  • 09:09 19 Çile 2020
  • |
img

AMED - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, deriyê Navenda Şêwirmendiyê ya Jina ya Amîda Jînê jî hat mohrkirin. Tabelaya navendê hat daxistin û wê kirine qehwexane. 

 
Di sala 2016'an de gava qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, yek ji karên ewil ên qeyûman girtina saziyên jina bû û yek ji van saziyan jî Navenda Şêwirmendiyê ya Jina ya Amîdayê bû. Piştî di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP dîsa bi ser ket û Şaredariya Sûrê bi dest xist, Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê vê carê di 20'ê Mijdara 2019'an de bi navê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê hat vekirin. Lê belê di 21'ê Kanûna 2019'an de cardin qeyûm hat tayînkirin. Qeyûm Abdûllah Çîfçî berpirsiyara navenedê ji peywirê kir û midûrekî mêr danî ser navendê. 
 
Bîrsen Guneş ku beriya qeyûm bê tayînkirin Seroka Komîsyona Jina ya Şaredariya Sûrê bû, bal kişand ser astengiyên qeyûman ên li ber xebatên jina. 
 
DI SALA 2016'AN DE MIDÛRÊ MÊR HATIBÛ TAYÎNKIRIN 
 
Guneş, bibîr xist ku di sala 2016'an de Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê vekiribûn û gava qeyûm hat tayînkirin midûrekî mêr tayînî navenda jinê hatiye kirin û got: "Lê dîsa jî me xebatên xwe domandin. Paşê hilbijartineke herêmî çê bû. Û jinan xwest navendeke wekî ya berê dîsa bê vekirin. Em endamên meclîsê û hevşaredar gava dîsa hatin ser kar me ji bo vê daxwazê hin xebat kirin. Ji bo vekirina saziyên me yên berê hatine girtin hin nîqaş kirin. Me li Taxa Îskenderpaşayê avahiyeke dîrokî lê wêran bûyî kir navenda jinê. Me di 25'ê Mijdarê de Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê vekir". 
 
MIDÛRÊ MÊR TAYÎNÎ NAVENDA JINÊ HAT KIRIN 
 
Guneş, destnîşan kir ku qeyûmê ku di 21'ê Kanûna 2019'an de hat tayînkirin dîsa jin kirin hedef û got: "Piştî tayînkirina qeyûm bi rojekê midûrekî mêr tayînî navenda jinê kirin. Xebatkarên me yên li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê bertek nîşan dan û îstifa kirin. Niha jî alîgirên qeyûm Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê kirine qehwexane." 
 
Guneş, anî ziman ku jinên li taxê ji ber vê rewşê nerihet in û got, dibêjin 'em nerihet in, em nikarin dakevin kuçeyê jî'. 
 
TABELA HAT DAXISTIN 
 
Her wiha Guneş, da zanîn ku tabelaya Navenda Şêwirmedniyê ya Jinê ya Amîda Jînê jî hatiye daxistin û got, niha nizanin ev navend di hêla fermî de bi çi awayî tê bikaranîn. Guneş, destnîşan kir ku qeyûmên di sala 2016'an û 2019'an de hatine tayînkirin, polîtîkayên wan neguherîne û got: "Armanca wan hîçkirina xebat, keda jinê û jinê ye. Dixwazin jinan hepsî malan bikin". 
 
‘EM Ê AMÎDA JIYANÊ VEKIN' 
 
Guneş, got: "Wê qeyûm biçin. Lê wê Amîda mayînde bin. Vîna jinê mayînde ye. Vîna gel mayînde ye. Me Amîda vekir hat girtin. Me Amîda Jîn vekir hat girtin. Vê carê jî em ê Amîda Jiyanê vekin. Mekan ne girîng in, nav jî ne girîng in. Wê xebatên me bidomin". 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel