Li Silopyayê jinan ji bo Gulistan Dokû çalakî li dar xist

  • jin
  • 14:07 18 Çile 2020
  • |
img
ŞIRNEX - TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, aqûbeta Gulistan Dokû ya 14 rojên li Dersimê agahî jê nayê girtin, pirsîn. 
 
Endamên Tevegera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê Gulistan Dokû ya ji 5'ê Çileyê ve agahî jê nayê girtin, li avahiya HDP'ê ya Silopyayê daxuyanî dan û aqûbeta wê pirsîn.  Di çalakiyê de Endama Meclisa Şaredariya Silopyayê ya HDP'î Besî Cevîz axivî û diyar kir ku daxuyaniyeke ku mirov qanih bike nayê dayîn û ev jî nîşan dide ku xebatek bi micid nayê kirin. Cevîz, destnîşan kir ku heta bê dîtin bêyî ku bibetilin dê Dokû bipirsin. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.