3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê

  • jin
  • 13:36 18 Çile 2020
  • |
img
ENQERE - 3'yemîn Konferansa Jinan a Mezin a HDP'ê li Enqerê dest pê kir. Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku sala 2019'an bû sala berxwedanê û sala 2020'an jî dê bikin sala serkeftinê. 
 
 
3'yemîn Konferansa Jinan a Mezin a HDP'ê li Enqereyê dest pê kir. Konferans bi şîara "Em di azadiyê de bi israr, di têkoşînê de bi biryar in” li dar xist. Di konferansê de Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, Nûnera Partiya Çep a Kesk Fatma Çetintaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîstan (SYKP) Canan Yuce, Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û bi tevahî 400 jin amade bûn. Di konferansê de derbarê têkoşîna ku di sala 2019'an de hatî dayîn sînevîzyonek hat nîşandan. Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: "Di serî de Brêz Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Aysel Tugluk, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Nurhayat Altun û hemû jinên girtî bi rêzdarî silav dikim. Hezkirinên xwe ji wan re dişînim. 
 
 
Buldan, bal kişand ser qetilkirina Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez û wiha got: “Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez dema me hevdîtinên ji bo çareseriyê dikirin hatin qetilkirin. Xwestin rêya diçe aştiyê bigirin. Xweztin pêvajoya  çareseriyê ku me bi Birêz Ocalan re dest pê kir, qut bikin. Ev komkuî pir bi plan û organîze bû. Hêzên li dijî çareseriyê û li dijî aştiyê ev plana qrêj xistin meriyetê. Ez li vir Sakine, Fidan, Leyla, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar jî di navde hemû jinên hatin qetilkirin bibîr tînim. Jiyan û têkoşîna wan dê rêya me ronî bike. Ji bo em vê rêya wan bigînin serkeftinê deynê stuyê me ye. Dîsa ez Nurcan Bakir a bi boneya pêkanînên li dijî girtiyan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî bibîr tînim. Heta ku HDP hebe têkoşîn dê bibiryar ber bi serkeftinê ve biçe. Dîsa salvegera rêzdar Hrant Dink e. Ez li vir bi hurmet wî bibîr tînim. Têkoşîna me ya edaletê wê biryar bidomîne. 
 
Ji sala 2006'an heta niha me pergala Hevserokatiyê li rêxistinên bajar û navçeyan da rûniştandin. Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2014’an de jî me li şaredariyan jî xist meriyetê. 
 
SALA 2020'AN  WÊ BIBE SALA SERKEFTINÊ 
 
Buldan, anî ziman ku wan sala 2019'an kir sala berxwedanê û dê sala 2020'an jî bikin sala serkeftinê û wiha got: "Bila îqtîdar baş zanibe ku ev qad ne vala ye. Ev welat ne bêxwedî ye. Em wekî HDP'ê jinên ber bi pêşeroja ronî ya welat ve têdikoşin vala nasekinin. Em di ferqê de ne ev bar giran e û berpirsiyarî mezin e. Lê têkoşîna me ya dîrokî hêzê dide me. Bawerî û wêrekiya me heye. Jinên HDP'î dê mafê xwe biparêze û bilind bikin. Tayinkirina qeyûman darbeya siyasî ye. Hatiye teyitkirin ku HDP'ê li tu şaredariyan nelirêtî nekiriye. Lê AKP'ê li hemû şaredariyan rant û bertîl pêş xistiye." 
 
'EM LI DIJÎ ZILM Û ZORÊ HER DEM BI HEVRE TÊKOŞÎYANE' 
 
Piştî Buldan, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay peyama Yuksekdag xwend û wiha got: "Em bi zanebûna xwişkbûnê, her tim li cem piştevaniya bê sînor a jinan ya ku rêya me ronî kirine cih digirin. Li dijî zext û zordariyan, li dijî zaliman û li dijî serdestiya mer a dijmin, jin bi ruhê şoreşgeriyê her tim bi hev re têkoşiyane. Jin îro bûn ruh û dilê HDP'ê û ji dîrokê re dikenin. Divê neyê ji bîr kirin ku tu demê ev qas bi hêzeke mezin û wateyeke kûr pêk nehatibû. Em îro li qadên têkoşînê yên polîtîk û li girtîgehan di bin tecrîdê jî bi hev re ne. 
 
Em ê têkoşîna xwe bidomînin 
 
Em jin dê di têkoşîna azadî û aştiyê de li dijî serdestiya mêr û rejîma faşît bi hêvî û wêrek in. Di têkoşîna polîtîk û qadên temsîliyê de em ê her tim li dijî şîdet û qetilkirina jinê hesab bipirsin û lêgerîna xwe ya ji bo Emîneyan, Şuleyan û Cerenan bidomînin. Cenazeyên ku li kolanan hatin hiştîn, malbatên ku bi salanê cenazeyên zarokên xwe digerin, jinên ku bê ewle û bê parastin tê hiştin, civaka ku bi xizanî û bi cudakariyê re rûbirû hatî hiştin, em ê dijî wan têkoşîna xwe bi biryarî bidomînin. 
 
Divê xweparastina rewa li pêş bikeve
 
Ez di vê baweriyê de me ku bi biryarî û berxwedanê dê deriyên nû bên vekirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê û dê li meclîsê, li rêveberiyên herêmê, li kolanan, li dibistanan dê bibin hêviya azadiyê ya bi mîlyonan mirovan. Di serî de ji bo parastina pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev divê xweparastina rewa li pêş bikeve. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re biguherînin. Ez rêhevalên xwe silav dikim û hezkiriyên xwe dişînim."