Jinan li Dersimê: Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin

  • jin
  • 15:46 14 Çile 2020
  • |
img

DERSIM - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî Gulîstan Dokû daxuyanî da û got: “Li Dersimê tenê ne mirov, çiya û kevir jî, dibin kontrolê dene. Lê ev 10 rojin agahî ji xwendekareke zanîngehê nayê girtin. Li Kurdistanê mirov windan nabin, tên windakirin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosa, derbarê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya agahî jê nayê girtin û bûyera îstîsmara zayendî ya zarokan a li navçeya Pêrtag a Dersimê hat jiyîn de, li Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Dersimê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr , Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Bajêr Nûrşat Yeşil, Aktîvîstên TJA’yê û endamên Komeleya Jinan a Rosa beşdarî daxuyanî bûn. 
 
GULÎSTAN DOKÛ LI KU DERÊ YE?
 
Endama Komeleya Jinan a Rosa Gulîstan Nazlier, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Windabûna Gulîstan, di heman demê de encama polîtîkayên tundiyê yên dewletê ne. Ji ber vê yekê em îro li Dersimê ne. Gulîstan xwendekara zanîngehê, jinek ciwane û ev 10 rojin windaye. Em ji vê derê pirs dikin. Gulîstan li ku derê ye? Heya ku Gulîstan bê dîtin emê vê pirsa xwe dewam bikin.” 
 
‘ÇIYA Û KEVIR JÎ, DIBIN KONTROLÊ DENE ‘
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî, pirsa aqûbeta Gulîstan Dokû kir û wiha axivî: “Ji bo ronîkirina bûyerê em hatin Dersimê. Bajarê Dersimê 24 saetan bi kamerayên mobesa tê şopandin. Li Dersimê Dersimê tenê ne mirov, çiya û kevir jî, dibin kontrolê dene. Lê ev 10 rojin agahî ji xwendekareke zanîngehê nayê girtin. Em di wê baweriyê dene ku xebatek cîdî nayê kirin û hewl tê dayîn ku li ser vê bûyerê bê girtin.” 
 
‘MIROV TÊN WINDAKIRIN’
 
Taşdemîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi taybetî derbarê rewşa Zaînal Abarakov ê zirbavê wî polîse de tu agahiyên rast û şênber nayin parvekirin. Gelo hûn çima agahiyên derbarê vî kesî ku weke faîlê Gulîsan tê pênasekirin de çima parve nakin? Ev nepeniya 10 rojan ji bo çiye? Mixabin li Tirkiyeyê, komkujî, tundî, tacîz û tecawîza li dijî jinê asayî bûye. Nêzîkatiya ji Gulîstanê re jî wiha ye. Em poşdarên Gulîstanin. Emê destûrê nedin ku bi vî awayî li ser vê bûyerê bigirin. Wê kesek din ji me neyê kêm kirin. Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin.” 
 
Taşdemîr, da zanîn ku ewê li dijî polîtîkayên li ser jinan têkoşîna xwe dewam bikin.
 
ÇÛN SERDANA MALA DOKÛ 
 
Taşdemîr û jinên ligel wê, piştî daxuyaniyê, çûn serdana malbata Gulîstan Dokû. Jinan dûre Komeleya Xwendekarên Azad a Mûnzûrê ziyaret kirin û nêrînên xwe parve kirin.