Dozger got ‘xweparastina rewa’, lê dadgehê berneda

  • jin
  • 16:14 13 Çile 2020
  • |
img
STENBOL – Di doza darizandina Hulya Halaçkaya ya hevjînê xwe yê tundî lê dikir kuşt de dozger got “xweparastina rewaye” û xwest bê berdan. Parêzeran jî daxwaza berdana Halaçkaya kir. Lê şandeya dadgehê di girtina Halaçkaya de israr kir. 
 
Danişîna 3’yemîn a doza darizandina Hulya Halaçkaya ya hevjînê xwe Kadîr Oren ji ber tundiya lê dikir di 25’ê Tebaxa 2019’an de li Gungorena Stenbolê kuşt de hatibû vekirin li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Di dozê de 24 sal cezayê girtîgehê ji bo Halaçkaya tê xwestin. Halaçkaya ya bi girtî tê darizandin û parêzerên wê Merîç Eyupoglû û Cansû Demîr di danişînê de amede bûn. Malbata Halaçkaya, rêxistinên jinan û xizmên kesê kuştî danişîn şopandin. 
 
Danişîn bi xwendina rapora otopsiyê ya ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hatibû amadekirin, dest pê kir. Di raporê de, hatibû diyar kirin k udu derbên kêrê li canê Kadî Oren ketine û her du derb jî derbên kuştinê ne. Parêzesr Merîç Eyupoglû, di danişînê de parastin kir û wiha got: “Muwekîlê min ji bo parastina xwe kêr kiriye destê xwe, ne ku ji bo kuştinê. Ji ber vê ez daxwaza berdana muwekîla xwe dikim.  
 
Parêzera Halçakaya Cansû Demîr jî, parastin kir û xwest muwekîla wê bê berdan. 
 
DOZGER: XWEPARASTINA REWA YE
 
Dozger, xwest Halaçkaya di çarçoveya xweparastina rewa de bê berdan. Parêzerên Halaçakaya jî heman daxwaz kirin û ji vê biryarê dem xwestin. Parêzên kesê hatî kuştin jî dem xwestin. 
 
Şandeya dadgehê, daxwaza dozger û parêzeran red û danişîn taloqî 11’ê Sibatê kir. 
 
‘JI BO NEYÊ KUŞTIN, KUŞT’
 
Parêzerên Halaçkaya piştî danişînê, bi malbata Halaçkaya û rêxistsinên jinan re li ber edliyê daxuyanî dan çapemenîtê. Di daxuyaniyê de pankarta “Halaçkaya ji bo ku neyê kuştin, kuşt. Ji Halaçkaya re azadî” hat vekirin.  Parêzer Cansû Demîr daxuyanî da û wiha got: “Halaçkaya ji bo ku neyê kuştin, ew kes kuşt. Ji ber vê divê bê berdan. Wê danişîna Halaçkaya di 11’ê Sibatê de bê dîtin. Em bang li hemû jinan dikin ku wê rojê li Edliya Bakirkoyê kom bibin û beşdarî danişînê bibin.”