Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dixwazin li Dersimê polîtîkaya pişaftin û înkarê bidomînin

  • jin
  • 16:39 10 Çile 2020
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê derbarê bûyera îstîsmarkirina cinsî de daxuyanî da û got: "Em li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminantiya jin û zarokan dikin serî natewînin û em rê nadin kesên bi biyrara nepenîkirinê bêcezatiyê meşrû dikin."

 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê îstîsmarkirina cinsî de ku 15 zarok li navçeya Pêrtaga Dersimê pê re rû bi rû man de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serweriya AKP'ê bi polîtîkayên gûrkirina şer, newekheviya zayendî û mîlîtarîzma ku pêş dixe her roj êrişî civakê dike.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Serokê Daîreya Zanîn û Bikarhineriyê yê Zanîngeha Munzurê Cem Tekînoglu berî bi demeke kurt li dijî gelek xwendekaran êrişa zayendî pêk aniye, mecbûrî fuhuşê kirine û li navçeya Pêrtagê jî mêrê bi navê Harun Yildirim, gelek zarok bi êrîşa zayendî re rû bi rû hiştine û Serdozgeriya Komarê ya Pêrtagê jî li ser lêpirsîna ku daye destpêkirin biryara nepenîkirinê dosyeyê daye. 
 
'DEWLET DIXWAZE HEBÛNA XWE YA ÎNKARKIRINÊ LI DERSIMÊ DEWAM BIKE' 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrişên li ser şêniyên Dêrsimê yên hewdana ji rêderxistinê vala nayên kirin. Şêniyên Dersimê, van polîtîkayên dijminane yên AKP'ê li hember zarok û tevgera azadiya jinê ku tên kirin baş nas dikin. Dewleta mêr bi dijberbûna xwe ya li hember kurdan û elewiyan, bi siyaseta xwe ya asîmîlasyonîst û înkarkirinê dixwaze li Dêrsimê hebûna xwe berdewam bike. Lê jinên Dêrsimê ku bi salan e li dijî van polîtîkayan serî netewandine bertekên xwe yên li dijî êrîşa zayendî jî bi çalakiya derketina kolanan şermezar kirine. Em dizanin ku sedemavan pêkanînan polîtîkayên AKP'ê û daraza mêr ya li hemberî jin û zarokan e. Em careke din dibêjin di serî de li Dêrsimê li her derê em ê şopdarên van êrîşên zayendî ku tên kirin bin. "