Meclîs Jinan a HDP’ê: Bi Komkujiya Parîsê re berxwedana jinê hedef girtin

  • jin
  • 12:01 9 Çile 2020
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, Komkujiya Parîsê lanet kir û ji bo komkujiyê ev tişt got: “Bi vê êrîşê berxwedana jinan, rêxistina ciwanan û dîplomasiya Tevgera Azadiya Kurd hedef girtin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP), bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat û 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya meclisê bi kurtasî wiha ye:
 
"Komkujiyeke weke komkujiya Parîsê, di salvegera 3'emîn komkujiyê de li navçeya Silopya ya Şirnexê pêk hat. Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel a Silopyayê Fatma Ûyar û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Pakîze Nayir, di dema qedexeya derketina derve ya li navçeye bi awayekî zenebûn hatin qetilkirin. 
 
Qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdan; êrîşeke li dijî, dîplomasî, berxwedana jinê û rêxistinbûyîna cîwanan a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Di vê komkujiyê de hedefgirtina 3 jinên kurd ên şoreşger ku li dijî zihniyeta baviksalarî têdikoşiyan Sakîne, Leyla û Fîdan peyama çewisandina hemû jinên Cîhanê û têkoşîna azadiya ya me jinan e. Em vê yekê dizanin. 
 
Meqamên edlî yê Fransayê, piştî komkujiyê, angaştên ku têtîkkêş Omer Guney bi MÎT'ê re di nav têkiliyan de ye, ji saziyên eleqedar ên Tirkiyeyê pirsîne lê bersiva xwe negirtine. Piştî mirina bi guman a Guney hatiye xwestin ku ser dosyaya dozê bê girtin. Mixabin li gel hemû daxwazên raya giştî û israra edaletê ya jinan hewl hatiye dayîn ku ser komkujiyan bê girtin û berpirsyar derneketine holê û nehatine darizandin.
 
Em ê weke Meclisa Jinan a HDP'ê rê nedin van komkujiyên ku pêşengiya jinên hedef digirin û li dijî polîtîkayên ku dixwazin ser van komkujiyan bigirin dê heta dawiyê têbikoşin. Em her şeş jinên siyasetmedar bi rêzdarî bi bîr tînin û aqlê dewletê yê kujer lanet dikin.