Danişîna doza midûrê qeyûm ku 'fuhûş ferz kiribû' sibê ye

  • jin
  • 09:11 8 Çile 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, qeyûm polîsê bi navê Ercan Ûysaler kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê. Lê belê derketibû holê ku Ûysaler fuhûş li xebatkareke jin ferz kiriye. Wê danişîna dudoyan a dozê sibê pêk bê û ji Platforma Jinê ya Şahmeranê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek jî gazî jina kir ku tev li danişînê bibin. 

Walî Mûstafa Yaman ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de bû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, di dema xwe ya qeyûmtiyê ya berê de polîsê bi navê Ercan Ûysaler kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê. Lê belê derketibû holê ku Ûysaler fuhûş li xebatkara jin D.S.'yê ferz kiriye. 
 
Wê danişîna dudoyan a dozê sibê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'ê a Mêrdînê pêk bê. 
 
JI BO TEVLÎBÛNA DANIŞÎNÊ GAZÎ JINA KIR
 
Ji Platforma Jinê ya Şahmeranê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek, ji bo danişînê gazî jinan û saziyên jinan kir û got: "Ercan Ûysaler, pozîsyona xwe bi kar aniye û fuhûş li xebatkara di bin emrê xwe de ferz kiriye. Ev yek bi qeydan hatiye tespîtkirin". Îpek, dûrxistina kar a Ûysaler û qebûlkirina daxwaza wî ya ji bo teqawidbûyînê jî nirxand û got: "Dewlet zilaman diparêze. Lê em ê dev ji vê dozê bernedin. Wê têkoşîna me dewam bike". 
 
Îpek, gazî jina û saziyên jina kir ku tev li danişînê bibin.