‘Di nava aştiya jinê û aştiya mêr de ji vir û çiyayekî ferq heye'

  • jin
  • 09:08 8 Çile 2020
  • |
img
URFA - Jinên feminîst ji bo çanda aştiyê ava bikin bi navê "Demîr Leblebî" komek ava kirine. Perwerdekara komê ya Rihayê Ayşe Erîş, got: "Aştiya ku jin behs dikin û aştiya ku pergala pederşahî behs dike, di nava wan de ji vir û çiyayekî ferq heye". 
 
Jinên feminîst di sala 2016'an de bi navê Demîr Leblebî komek ava kirine. Kom li ser asasê "Civakeke bêşidet û li ser asasên wekheviyê li Tirkiyeyê aştî" hatiye avakirin. Heta niha bi projeyên xwe yên bi navê "Bibe dengê aştiyê", "Em ê çawa li hev bikin", "Kampanyaya çanda aştiyê", "Avakirina hewldanên aştiyeke herêmî" û "Ji bo me hemûyan aştî û ewlehî" bal kişandiye. 
 
ATOLYEYÊN AŞTIYÊ 
 
Perwerdekara komê ya Rihayê Ayşe Erîl, derbarê xebatên komê de agahî parve kirin. Erîş, da zanîn ku derbarê aştiyê de atolye çê kirine, atolyeyên ji bo jiholêrakirina newekheviyê, xebatên ji bo edaletê û wekheviyê li dar xistine û got: "Em bi piranî atolyeyên derbarê zayenda civakiyî û civakeke bêşîdet, atolyeyên ji bo xurtkirina bîra jinê li dar dixin. Me herî dawî atolyeya aştiyê li dar xist". 
 
‘PÊDIVIYA JINÊ BI AXAFTINÊ HEYE' 
 
Erîş, destnîşan kir ku jin tev li xebatên wan dibin û got: "Di çarçoveya atolyeya aştiyê de me xwe gihand gelek jina. Çimkî pêdiviya jinê bi axaftinê û bi axaftina derbarê aştiyê de heye. Jin qadekê nabîne ku bêhna xwe lê vede û ji bo bi hevcinsên xwe re biaxive. Loma tevlêbûna atolyeyan zêde ye. Herî zêde tev li atolyeyên me yên bi navê 'wekheviya zayenda civakiyî' û 'xebatên atolyeyê yên civaka bêşidet' bûn". 
 
Erîş, ji bo Rihayê û xebatên atolyeyê yên li Rihayê anî ziman ku ji ber bajarekî sînor e dezavantajên wê pir in û her wiha ji ber bajarekî prinasnameyiye jî xwedî sîwaneke dewlemend e û got: "Lê belê belkî jî herî zêde zimanê şer li Rihayê tê bi kar anîn. Li Rihayê hema bêje jin li hemû qadên jiyanê têdikoşin. Bi pergalê re, bi feraseta mêrî re... Yanî hema bêje tu qadek tuneye ku jin li hemberî wê tênakoşe. Li hemberî têkoşîna jinê jî zimanekî şerî heye. A rast divê em vî zimanê şerî ji holê rakin. Me di atolyeya xwe ya dudoyan de destnîşan kir ku bê zimanê pergala pederşahî çi qas zimanekî şidetê ye û bê çi qasî bi ser jinê de diçe. Aştiya ku jin behs dikin û aştiya ku pergala pederşahî behs dike, di nava wan de ji vir û çiyayekî ferq heye".