TJA: Em ê Sarayan nedin jibîrkirin

  • jin
  • 15:06 7 Çile 2020
  • |
img
AMED - TJA'yê qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar a sala 2013'an weke "rojeke reş" nirxand û ev tişt got: "Em ê di rêya Sarayan de bimeşin û 90'ê Çileyê ji bîr nekin nedin jibîrkirin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî salvegera Komkujiya Parîsê ya ku di 9'ê Çîleya 2013'an de pêk hat û 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. TJA'yê dest nîşan kir ku di 9'ê Çileya 2013'an de ji aliyê zîhniyeta baviksalarî û netewdewletê ve li dijî 3 jinên siyasetmedar ên kurd komkujî pêk hatiye û ev tişt got: "Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez weke roja reş derbasî dîroka jinan û kurdan bûye. Li Kurdistanê hemû jinên şoreşger, di rêya Sara, Rojbîn û Ronahî de dimeşin û taritiyan ronî dikin. Em ê di rêya Sarayan de bimeşin û 90'ê Çileyê ji bîr nekin nedin jibîrkirin. Em rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî bi hezkirin, bêrîkirin û minnet bi bîr tînin. Em bang li hemû jin û gelê kurd dikin ku di çalakî û bernameyên 9'ê Çileyê Roja Çalakiyên Hevpar ên li Dijî Cînayetên Siyasî yên Jinan bi berpirsyarî tevbigerin."