‘Atolyeya Aştî Xeyala Jinan e' li Mêrsînê dest pê dike

  • jin
  • 09:22 7 Çile 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Komeleya Jina ya Demîr Levlebî, bi dirûşmeya "min ji xeyalên xwe aştî çê kir" Atolyeya Aştî Xeyal a Jina dide destpêkirin. 

Komeleya Jina ya Demîr Leblebî ku li Enqereyê ye, bi dirûşmeya "min ji xiyalên xwe aştî çê kiri" projeya "Atolyeya Aştî Xeyal" dide destpêkirin. Wê atolye di 11'ê Çile de dest pê bike û heta 17'ê Çileyê dewam bike. Armanca projeyê ew e ku çanda aştiyê berbelav bike. Wê ev proje li hemû bajaran bê çê kirin û wê pêşî li Mêrsînê dest pê bike. 
 
Avakara atolyeyê ya Mêrsînê Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakiyî (SES) a Mêrsînê Ozge Goncu, ew ê bi vê atolyeyê xebatên aştiyê bidin destpêkirin û hewl bidin li her derî belav bikin. 
 
‘WÊ JIN AŞTIYÊ BÎNIN' 
 
Goncu, da zanîn ku di 11'ê Çileyê de wê du atolyeyan çê bikin û li her atolyeyê 15 kes hebin. Goncu, anî ziman ku piştî atolyeyê wê panel û pêşangehan jî li dar bixin û sedemên şer nîşan bidin. Goncu, got: "Aştî ne ew tişt e ku mirov li bendê be. Aştî hêdî hêdî li tevahiya civakê berbelav dibe. Aştî, tenê ne ji bo deverên şer û pevçûn lê hene. Îjar ên ku wê çanda aştiyê jî pêk bînin di serî de wê jin û bi giştî jî wê mirovahî be. Çimkî ên şer derdixin feraseta mêrî ye. Li dor maseyan rûdinên û ji bo şer biryaran digrin. Lê wê jin aştiyê bînin." 
 
Goncu, destnîşan kir ku divê aştî pêşî li herêman pêk bê û got: "Em fikirîn em ê li mala xwe, li kuçe û kargehên xwe, li bajêr û cîhanê bi çi awayî aştiyê pêk bînin û bi vê pirsê ketin rê. Çand aaştiyê perçeyeke hemû qadên jiyanê ye. Aştî bi xwe nayê. Divê em wê li her qadî pêk bînin. Loma divê em nirxên çanda aştiyê berbelav bikin. Ji bo vê jî em bang li jinan hemûyan dikin ku bira bên em bi hev re vê xeyalê pêk bînin". 
 
MA / Ergîn Çaglar