Sêve, Pakize û Fatma li Rihayê hatin bibîr anîn

  • jin
  • 15:48 6 Çile 2020
  • |
img
RIHA – Aktîvîsta KJA'yê Pakîze Nayîr, Endamên Meclîsa HDP'ê Sêvê Demir û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyayê Fatma Uyar yên ku 4'ê çileya 2016'an de li Sîlopî ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin kuştin, li Rihayê hatin bibîr anîn. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), 3 jên kurd Pakîze Nayîr, Sêvê Demir û Fatma Uyar ên ku 4'ê çileya 2016'an de li Sîlopî ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin kuştin, li Rihayê bi bîrîn. Jin li avahiya HDP'ê ya Rihayê kom bûn û 3 jinên Kurd bibîr anîn. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin tev li bernameyê bûn. Di bernameyê de sinevizyon dan pêşandan. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, ewil 3 jinên Kurd ên li Parisê hatin kuştin bibîr anî û wiha got: "Sakine Cansiz, di têkoşîna gelê Kurd a azadiyê de xwedî rolek gelek mezin e. Cansiz pêşenga destkeftiyên jinên Kurd e. Piştî Sakine Cansiz û hevalên xwe li Parîsê bi awayekî hovane hatin kuştin, di heman salvegerê de li Sîpoliyayê jî Sêvê Demir, Pakize Nayır û Fatma Uyar di derketina qedexeya kolanan de bi awayekî hovane hatin kuştin. Piştre bajarên Kurdan xera kirin. Bajarê Nisêbîn, Cizîr, Sûr û gelek navçeyên din hilweşandin. Gelek mirov qetil kirin. Hemû cîhan şahidê têkoşîna jinên Kurd e."