Jinan bertek nîşanî pêşnûmeyê dan: Efoya îstîsmarkirina zarokan tune ye

  • jin
  • 15:02 6 Çile 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin daketin qadan û bertek nîşanî "Efoya rê li ber zewicandina îstîsmarkirina zarokan vedike" dan. Jinan, diyar kirin ku ewê destûr nedin ku pêşnûme di Meclîrê de bê qebûl kirin. Li Stenbolê 197 rêxistinên jinan û li Enqerê jî 88 rêxistinên jinan li dijî pêşnûmeyê  daxuyaniyên hevpar dan. 

Li gelek bajaran, jinan bertek nîşanî pêşnûmeya "Efoya rê li ber zewicandina îstîsmarkirina zarokan vedike" ya Wezareta Dadê û Wezareta Karê Hûndir dan. Jinên ku daxwaza "Efoyê ji bo jinên mafên xwe yên parastina çewherî bi kar anîne derbixin" kirin û gotin, ew ê destûr nedin ku pêşnûme di Meclîsê re derbas bibe.
 
Komele, Meclîs, Platform, Aktivîst, sazî û dezgehên jinan li Amed, Stenbol, Enqere, Dersim, Şirnex, Mêrdin, Riha, Semsûr, Dîlok, Edene, Mêrsîn û Antalyayê, derbarê "Pêşnûmeya efoyê ya rê li ber zewicandina îstîsmarkirina zarokan vedike" daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Jinan di çalakiyên li dar xistin de, dirûşmeya "Efoyê ji bo jinên mafên xwe yên parastina çewherî bi kar anîne derbixin, ne ji bo îstîsmarkaran" berz kirin û pankartên "Efoya tecawîzê nabe", "Efoya îstîsmarkirina zarokan nabe" û "Îstîsmarkirina zarokan divê bi paketên darazê neyê rewa kirin" vekirin.  
 
Di daxuyaniya hevpar a jinan de wiha hat gotin: 
 
"Desthilatdarî ji bo ku zilamên îstîsmarkar û tecawîzkar neyin girtin, dixwaze vê pêşnûmeyê derbixe. Dewlet û desthilatdarî dixwazin bi vê pêşnûmeyê, îstîsmara zarokan meşrû bikin. Ev dûrî wijdan û aqila ye. Em bang li desthilatdariyê dikin, ger hûn dixwazin zarokên keç biparêzin û mexdûr nebin, hûnê nêrînên rêxistinên jinan bigirin. Berî her tiştî divê hûn mexdûriyeta zarokan ji holê rabikin ne, yên bersûcan. Li şûna ku hûn îstîsmarkaran efo bikin, zarokan biparêzin. Ev girîngtire. 
 
Demek dirêje nîqaşên zewicandina zarokan a bi zorê di rojeva Tirkiyeyê de ne. Li gorî nûçeyên dawiyê, ji hêla AKP'ê ve zewicandina zarokan a di temenê 15'an de wekî krîter hatiye pejirandin. Ev tişt tê wateya meşrûkirina êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan. Li bendê ne ku di dawiya meha çilê de ev pêşniyarme bê meclîsê. Di sala 2016'an de heta îro bi pergalî rê li ber zewicandina zarokan tê vekirin û her wiha êrîşkar jî dê bi efûyê jî girtîgehê derkevin. 
 
Ligel bertek û nerazîbûnên saziyên jinan dîsa jî Qanûna Torbeyê ya sala 2016'an a derbarê cezayên êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan hîn xal ji raya giştî re nehatin aşkerakirin. Niha efûya ku dixwazin derbixin, dê bibe sedema derketin ji girtîgehê ya tecawizkarên ku zarokên 15 salî mexdûr kirine. Ev tişt tê wateya ku êrîşkar  neyên cezakirin û her wiha dê bibe sedema zêdebûna êrîşên li hemberî zarokan jî. Tê xwestin ku êrîşên zayendî yên li hemberî zarokên ku ji 15 salî biçûktir meşrû bê dîtin.
 
Em bang li hemû parlamenteran dikin ku destûrê nedin ku ev pêşnûme bê qebûl kirin. Em bang li hemû sazî û dezgehên çapemenî û medyayê jî dikin ku şopdarê vê mijarê bin.”