Siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin bi bîr anîn

  • jin
  • 16:21 4 Çile 2020
  • |
img

STENBOL - 6 siyasetmedarên jin ên kurd ên li Parîs û Sîlopî hatin qetilkirin, li Stenbolê hatin bibîranîn. 

Li Stenbolê, ji bo 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Parîsê Fransayê di encama suîqestê de hatin qetilkirin û 3 jinên kurd Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ên di 6’ê Çileya 2016’an de, di dema qedexeya derketina kolanan de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatin kuştin, bernameya bîranînê hat lidarxistin. 
 
Bîranîn li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sûltanbeylî hat lidarxistin. Wêneyên siyasetmedarên jin û pankarta “Em bi rihê berxwedana Sakîneyan û Sêvêyan têkoşîna xwe dewam dikin” bi salona bîranînê ve hat kirin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn piştî deqeyek rêzgirtinê, di bîranîn de axivî û wiha got: “Emê heya dawiyê têkoşîna wan dewam bikin. Divê hemû jin ji Sakîne Cansiz bigirin heya Sêvê Demîran têkoşîna xwe xurtir bikin. Em soz didin wan kû emê azadî û yekitiya xwe ava bikin. Ji bo vê emê tim têbikoşin.” 
 
Piştî axatina Tosûn, sînevîzyona derbarê serpêhatiya siyasetmedarên jinên kurd de hat pêşandin. Dûre bîranîn bi bezkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.