Koçyîgît: Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin
Guven: Em ê sala 2020'an bikin sala azadiyagelê Kurd

  • jin
  • 13:50 4 Çile 2020
  • |
img

ENQERE – Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di 10'emîn Konferansa Giştî ya Jinê de axivî û got: "Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin." Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku ew dê sala 2020'an bikin sala azadiya gelê Kurd û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan. 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi şîara “Bi serhildanên Jinan ên li Şîlî, Sudan, Îran, Rojava ber bi jiyanek nû" 10'emîn Konferansa Giştî ya Jinê  pêk anîn. Konferans li Otela Akar Internatıonal pêk hat. Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Dayikên Meclîsa Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên jin amade bûn.  Li salona konferansê “Em dest ji pergala Hevserokatiyê bernadin, em dest ji siyasetê bernadin, Kolanan terk nakin", “Bi serhildanên jinê yên li Şili, Îran, Sudan, Rojava re ber bi jiyana nû”, “Em pêlên êrîş, bişaftin û polîtîkaya tecrîdê bişkînin, jiyana azad ava bikin", “Beroş û taweka me li kolanê di îsyanê de ye, dansa me di berxwedanê de ye" vekirin. 
 
Pişti diwan hat avakirin, sinevizyon hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. 
 
KOÇYÎGÎT: TÊKOŞÎNA JINAN HEMÛ MUKTEDÎRAN DITIRSÎNE
 
Koçyîgît, bal kişand ser kuştina Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar bibîr anî û dest bi axaftinê kir. Koçyîgît, anî ziman ku li hemû dera cîhanê jin li dijî tundî û desthiladariya mêr têdikoşe û wiha got: "Jin li dijî tacîz, tecawiz û tundiyê li ber xwe didin. Li Parîsê Sakine Cansız, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin kuştin. Bi hevkariya hêzên navneteweyî hatin kuştin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em li ber têkoşîn û bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Hemû tundî bi metîngeriya kedê jinê pêş dikeve. Jinên li dijî vê tundiyê têdikoşin hene. Em vê rastiyê dibînin û têdikoşin. Bi serhildana jinê ya li Şîlî, Lubnanê heta Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya jinê belav dibe. Em dixwazin iyanek nû ava bikin." 
 
Koçyîgît; ani ziman ku li Tirkiyeyê dijberiya jinan bi AKP'ê xwe lezin dike û wiha lê zêde kir: "Her roj îqtîdara xwe bi dijmeriya jinan mezin dike. Li dijî azadiya jinê xwe mezin dike. Dixwazin jin li malê rûnê û çayê ji hevjînê xwe re serwîs bike. Em vê rola li ser jinan ferz dike red dikin. Dixwazin beden û vîna jinê têxe kontrola xwe em vê yekê red dikin. Îro ev Îqtîdar ji Dansa Las Tesisê ditirse. Ji ber ku dibêjin ‘Yê dikuje tu yî, dewlet, daraz û polîs e.' Rast e em jî bi salan dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Bi destê dewleta Mêr û ewlehiya darazê tên kuştin. Ev destkeftî ne tenê Peymana 6284 a İstanbulê ye. Tevgera Jina Kurd pêşiya hezaran vekir. Pergala nûnertiya wekhev ava kir. Îro li Kurdistanê qeyûm tayînî pergala Hevserokatî û jiyana wekhev tê kirin. Pergala Hevserokatiyê encama têkoşîna azadiya jinê ye. Tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî vê pergalê ye. " 
 
BI HEZARAN JIN DADIKEVIN KOLANAN Û DANSÊ DIKIN
 
Koçyîgît, da zanîn ku li dijî hemû êrîşan jin li zindanê jî li ber xwe didin û wiha axivî: "Di serî de Gultan Kişanak em hemû jinên girtî silav dikin. AKP herî zêde ji jina azad ditirse. Çi dibe bila bibe em teslîm nabin. Îro bi hezaran jin li kolanê ne. Dilîrînin û dansê dikin. Vê hişmendiya rizî ya AKP'ê şermezar dike. Tirkiyeyê ji bo Lîbya teskereyek nû derxist. Hevkariya şerekî nû dike. Piştî Kasim Suleyman hat kuştin, şerê fîllî bêtir li ser vê erdnîgariyê belav bû. Ya ku vî şerî ferz dike dîktatoriya mêr e. Tayyip Erdogan, Putîn û Trump ji bo îqtîdara xwe zexm bikin şer peş dixin. Divê em jin li dijî vî şerî bêtir têkoşîna aştiyê xurt bikin. Divê em bi hevre li dijî vê hişmendiya mêr têbikoşin. 
Jinên xweşik li dijî tariya DAIŞ'ê şer kirin. Em îro bi aqilê ku tune dike re hatine hemberî hev. Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin. Ji bo vê yekê divê em Meclisa Jinê ya HDK'ê bêtir xurt bikin." 
 
‘DIVÊ EM BÊTIR XWE BIGÎNIN JINAN'
 
Koçyîgît, anî ziman ku ew dixwazin xwe bigînin hemû jinan û xwest hemû jin xwe bi rêxistin bikin û wiah got: "Dema ku em li cem hev bin, tu muktedir nikarin vê baweriyê bişkînin. Divê em bêtir xwe bigînin jinan. Em niha li Tirkiyeyê yekîtiya herî mezin ava dikin. Divê bêtir em xwe bigînin jinan û tev li xwe bikin. Ji bo sibê em bêtir xurt bin divê em îro bêtir xwe bi rêxistin bikin" 
 
JINÊN ŞÎLÎ JINÊN ROJAVA JI XWE RE KIRIN MÎNAK' 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku qala  xwişk û biratiya Kurdan dikin, lê tu kes fêrî zimanê milyonan Kurd nabin. “Ez wekî Hevseroka KCD'ê li ser vê axê nunertiya van gelan dikim. Ez ê bi Kurdî bi axivim. Ez dixwazim hemû xwişkên min ên jin ji bo fêrî Kurdî bibin têkevin nava hewldanan. Jinên Rojava ji bo hemû cîhanê bûn mînak. Li Rojhalata Navîn û Kurdistanê pêşketinen mezin çê dibin. Faşîzm ji bo hebûna xwe berdewam dike jinan qetil dike. Jin li Şîlî, Sudan, Misir û gelek cihên din li ber xwe didin. 8 salan di pêşengiya Arin Mirkanan, Kader Ortakkaya û jinên din de şoreşek pêş ket. Ev şoreş li hemû cîhanê belav bû. Li hemû cîhanê bû mînak. Jinên li Şiliî Têkoşîna jinên Rojava ji xwe re kirin mînak. Tu kes nikarîbû li dijî DAIŞ'ê li ber xwe bide. Lê jinên Rojava bi tîlîlî û berxwedana xwe têkoşiyan û li cîhanê bûn mînak. 
 
DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN
 
Guven, anî ziman ku nêviyê nifûsa cîhanê ji jinan pêk tê û wiha bi dawî kir: "“Wekî jinên HDP, SYKP û KCD'ê, em nûnertiya jinan dikin. Lê em xwe nagînin jinan. Jin li heviya me ne. Divê em biçin malên wan û xwe bgînin wan. Em li ser navê wan bûn hevserokên partiyan û hevşaredar. Lê ev têr nake. Faşizm  bi hemû hêza xwe bi ser me de tê. Divê em li dijî vê yekê xwe bigînin hemû jinan. Armanc û hedefa me di sala 2020'an de me gelê Kurd azad bikin. Em ê sala 2020'an bikin sala azadiya Gelê Kurd. Divê tecrîda liser Birêz Abdullah Ocalan  bi dawî bibe. Di şexsê Brêz Ocalan de li ser her kesî tecrîd heye. Werin em bi hevre tecrîdê bişkînin. Divê Brêz Ocalan azad bibe. Yê ku li Rojhilata Navîn aştiyê pêş bixe paradîgmaya birêz Ocalan e."