Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir

  • jin
  • 13:56 3 Çile 2020
  • |
img
DÎLOK - Meclîsa Jinan HDP’ê, derbarê konferansa li Enqerê lidar bixi de, li Dîlokê civîna amadekariyê pêk anî. 
 
Meclîsa  Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê bi şîara “Em di azadiyê de bi israrin, di têkoşînê de bi biryarin” di navbera 18 û 19’ê Çilaya 2020’an de, li Enqerê konferansa xwe li dar bixe. Meclîsa jinan berî konferansê li Dîlokê civîna amedekariyê pêk anî. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê hat lidarxistin. Meclîsa Jinan a Dîlokê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî civînê bûn. 
 
Jinên ku beşdarî civînê bûn, di civînê de nêrînên xwe anîn ziman. Ev nêrîn û pêşniyarên jinan wê pêşkêşî konferansê bên kirin.