'Em ê serîhildana xwe bidomînin'

  • jin
  • 15:01 2 Çile 2020
  • |
img
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî binçavkirina jinên li Kampusa Cebecî Reqsa Las Tesis kiribûn da û wiha got: "Em ê bi boyaxên xwe yên mor serîhildana xwe bidomînin."
 
Li dijî hedefgirtina Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) ya jinên li Kampusa Cebecî Reqsa Las Tesis kiribûn,  Platforma Jinan a Enqereyê li Navenda Giştî ya Yekîtiya Mulkîyelîler daxuyanî da. Li ser navê platformê xwendekara Zanîngeha Enqereyê Nazli Îkray Oztay daxuyanî xwend. 
 
'JINAN BI AWAYÊ DIJHIQÛQÎ BINÇAV KIRIN’ 
 
Oztay wiha got: "Jinan bi awayî dijhiqûqî binçav kirin. Li dijî zextan jinan îradeya xwe nedan çewisandin. Îqtîdar bi pêkanînên xwe êrîşî zarokan dike. Bi zagonên efûkirinê tecawizkaran diparêze. Em ê bi boyaxên xwe yên mor serîhildana xwe bidomînin."