Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 17:01 31 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî danayên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestîn in, di sala 2019'an de herî kêm 474 jin hatin qetilkirin. Piraniya kujerên jinan kesên herî zêde nêzî wan bûne. Vê yekê encamên biçekirina takekesî jî, danî holê. 

 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestîn in (KCDP), rapora xwe  ya tundiya zilam a li dijî jin û zarokan a sala 2019'an aşkere kir. Platformê, di raporê de bal kişan ser komkujiyên jinan ên her sal zêdetir dibin û diyar kir ku raydarên sazî û dezgehên dewlet û  hikumet bi awayekê xemser nêzî hewldanên jinan ên ji bo bi cih anîna  Hevpeymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284'an bûn. 
 
Li gor daneyên KCDP'ê yên îsal 474 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di raporê de hat gotin ku li malê, li ser rê, li behrê, li ber robaran gelek jin bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin. Her wiha di raporê de hat gotin jinên ku biryara parastinê ji bo wan hatibû dayin û dema ji doza hevberdanê dihatin hatine qetilkirin û tevî ku jinan xwestina ji bo biryara parastinê bê dayin lê ev yek pêk nehatiye. Hevberdan wekî hincet hat nîşandan û gelek jin bi vî awayî hatin qetilkirin. Jinan ji ber ku daxwaza zewacê qebûl nekirin hatin kuştin. Jinên ku ji tundiyê reviyan û li sitargehan bi cih bûn hatin kuştin. 
 
Las Tesisa ku li dijî tundiyê li cîhanê belav bû bi mudaxaleya polîsan rû bi rû hat hiştin.