TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da

  • jin
  • 16:08 31 Kanûn 2019
  • |
img

WAN - TJA’yê, bertek nîşanî sazî û dezgehên çapemeniyê yên hevşaredarên jin û aktîvîstên wan hedef nîşan didin, da. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, bi armanca bertekê nîşanî sazî û dezgehên çapemeniyê yên alîgirê hikumetê ku aktivîstên wan hedef nîşan didin bide, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê daxuyanî da çepemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç, aktîvîstên TJA’yê û endamên partiyê yên beşdarî daxuyaniyê bûn pankarta “Jin Jiyan Azadî” vekirin. 
 
‘RAYA GİŞTÎ BER ALÎ DIKIN’
 
Wekîla HDP’ê Mûazzez Orhan daxuyanî da û wiha got: “TJA, di serî de li dijî tundiya li ser jinê, îstîsmara zarokan û pirsgirêkên civakî têdikoşe. Em nûçeyên nerast û derew ên derbarê hevşardarên jin û aktîvîstên jin de şermezar dikin. Rojnameyên alîgir, bi îdîayên veşartî, îtîraf û derewan, dixwazin raya giştî ber alî bikin. Bi polîtîkayên bloka faşîzma AKP-MHP’ê û îdîayên vale, hewl didin ku xebatên TJA’yê û rêveberiyên herêmî weke sûc nîşan bidin. Bi vê hişmendiyê êrîşî aktîvîstên me dikin. Bi van êrîşan hewl didin me jinan ji xebatên me dûr bixin û ji siyasetê derbixin.” 
 
‘ROJNAMEGERTIYA RAST BIKIN’
 
Orhan, bertek nîşanî sazî û dezgehên çapemeniyê yên nûçeyên derew derbarê aktîvîstên jin de di weşînin da û wiha bang li wan kir: “Vî zimanê xwe yê qirêj terk bikin. Rojnamegertiyek rast bikin.”
 
Orhan, dest nîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên “dijminane” yên hikumetê tu carî serî netewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî têkoşîna me ya derbas bûyî, em ê di sala 2020’an de jî, li dijî rejîma qeyûm bi rengên xwe têkoşîna xwe dewam bikin. Hevserokatî xeta me ya xemriye. Wê kes nekaribe têkoşîn û xebata me ya jinan, krîmînalîze bike.”